Birîtanya jî alîkarî ji ser opozisyona Sûryê birrî

Hikûmeta Birîtanî, wê li ser piştevaniya wan aliyan berdewam be, yên ku birastî pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Piştî biryara Amerîka ya birrîna dayina alîkariyê ji opozisyona Sûryê re, Birîtanya jî şandina alîkariyan ji bo hejmarek ji navçeyên di destê opozisyona Sûryê de rawestand.

Peyvdara binavê Hikûmeta Birîtanî di daxuyaniyekê de ragihand, piştî ku  rewşa meydanî li hejmarek ji navçeyên bakurê rojavayê Sûryê dijwar bû, Hikûmeta Birîtanî biryar da, ku pirogramên xwe yên derveyî alîkariyên mirovî li wan navçeyan rawestîne.

Li gorî daxuyaniya Peyvdara binavê Hikûmeta Birîtanî, wê Hikûmeta welatê wê, li ser piştevaniya wan aliyan berdewam be, yên ku birastî pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.

Birîtanya ji sala 2013an ve, piştevaniya serbazî radestî yekîneyên opozisyona Sûryê dike û berî niha medya Birîtanî ragihand, ku ji destpêka Êlûna dahatî ve, wê şandina wan alîkariyan bê rawestandin.

N.O