Dadgeheke Tirkiye red kir nimêj li Aya Sofya bê kirin

Dadgeha destûrî ya Tirkiyê, red kir rê bide Misilmanên wî welatî, ku Aya Sofya careke din bikin mizgeft û têde nimêj bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Dadgeha destûrî ya Tirkiyê, red kir rê bide Misilmanên wî welatî, ku Aya Sofya careke din bikin mizgeft û têde nimêj bikin.

Malpera (Xeber Turk) ragihand, ku Dezgeha Serbixwe ya Kelepûr û Kultûra Tirkî, daxwaz kiribû, rê bi Misilmanan bê dayin ku li nav mizgefta Aya Sofya nimêj bikin.

Piştî herifîna Dewleta Osmanî û ragihandina Komara Tirkiyê ji aliyê Mistefa Kemal ve, mizgefta Aya Sofya ya dîrokî, ji bo entîkxane hat veguherandin.

Lê di dema desthilata AKPê de ku partiyeke Islamî leberal e, çalakiyên olî li nav Aya Sofya zêde bûne.

Aya Sofya di sedeya şeşan a zayinî û serdema Impratoriya Bîzentî de, hat avakirin û weke navenda Patriyarkê Qustentîniye hat ragihandin.

Di sala 1453an de, dema ku Artêşa Osmanî bi serkirdatiya Sultan Mihemedî El-Fatih Qustentîniye hat kontrolkirin, Aya Sofya kirin mizgeft û navê bajar jî bû Stenbol.

Ji aliyê xwe ve, Hikûmeta Yûnanî, ku çavdêriya mîrata Bîzentiyan dike, çendîn caran dilgiraniya xwe derbarê vegerandina Aya Sofya ji bo serdema Osmanî daye xuyakirin.

N.O