Artêşa Tirkiyê gundewarên Dêrikê topbaran kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Welatiyek gundê Zhêryê yê Dêrik a rojavayê Kurdistanê ji Kurdistan24 re ragihand, demjimêr çar û nîv ê êvarê Artêşa Tirkiyê navendeke YPG li girê di navbera gundên Zhêryê û Xrab Reşkê yên ser sînorê bakûrê Kurdistanê topbaran kir.
Jêdera navborî herweha ragihand, piştî topbaranê şer di navbera her dû aliyan de derket, bê ku ziyanên canî û maddî hebin.