Putin li Soçî, bi Esed re civiya

Serokê Sûriyê Beşar Esed digel hevpostê xwe yê Rûsyayê Vladîmir Pûtin civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Sûriyê Beşar Esed digel hevpostê xwe yê Rûsyayê Vladîmir Pûtin civiya.

Peyvdarê Serokatiya Rûsyayê  Dîmitrî Peskov ragihand ku, Vladîmir Pûtin li bajarê Soçî li Rûsyayê pêşwazî li Serokê Sûriyê Beşar Esed kir û bihevre civiyan.

Ji aliyê xwe ve, Esed amadekariya xwe bo çareseriyeke siyasî ji bo Sûriye diyarkir û got jî, rewşa Sûriyê ber bi aramiyê ve diçe.

 

C.B