Li Stenbolê di encama êrîşekê de polîsek hat kuştin
K24-Navenda Nûçeyan
Derengiya şevê din li navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, polîsan xwestin otombêlekê rawestînin û pişkinîn bikin, lê berî rawestana otombêlê kesên têde gulle berdan polîsan û di encamê de polîsekî cane xwe jidest da.
2 êrîşkarên ku xwestin birevin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi birîndarî hatin girtin.
Rêveberiya Ewlehiya Stenbolê derbarê bûyerê diyar kir, ku li gorî lêkolînên destpêkî, bûyer ne êrîşeke terorî bû.