Yildrim: Amerîka rê daye çekdarên DAIŞê bi çekên xwe ji Reqa derkevin

Yildrim: Amerîkiyan alîkariya çekdarên DAIŞê kirin heya ku tev çekên xwe ji nav Reqa derkevin û 50 kemyonên mezin li gel xwe birin

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim rexne li Amerîka kir û got: "Binerin çi çêbû, li şûna ku Reqa ji çekdarên DAIŞê paqij bikin, Amerîkiyan alîkariya çekdarên DAIŞê kirin heya ku tev çekên xwe ji nav Reqa derkevin û 50 kemyonên mezin li gel xwe birin, ku 10 kemyon ji wan taybet bûn bi barkirina çekên giran."

Bînalî Yildirim got: "Me berê jî ji Amerîka re gotibû, nabe bi hêzeke terorîstî bizava jinavbirina hêzeke din ya terorîstî bê kirin. Ev yek ji bo welatên mezin ku şerê terorê dikin, ne gunca ye."

Yildirim got jî: "Hevkariya navdewletî ji bo bidawîkirina terorê gellkî giring e û em di wê baweriyê de ne, rast e DAIŞ ji hev ketiye, lê li şûna wê girûpê hêzên wek hêzên Kurdan cê DAIŞê girtine, gelo ev siyaseteke zîrekane ye?".

Berî niha jî nûnerê Sûrya di Netewên Yekgirtî de ragihandibû, ku hevpeymana navdewletî bi serkêşiya Amerîka, rê daye çekdarên DAIŞê ku ji Reqa û Dêra Zorê birevin.