Artêşa Tirkiye ji 3 aliyan ve êrîşî Cindirêsê dike

Hevserokê Desteya Berevaniyê li Efrînê radigihîne, artêşa Tirkiyê êrîşên xwe li ser bajarokê Cindirêsê tindtir kirine û ji 3 aliyan ve êrîşî wî bajarokî Cindirêsê dike.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Desteya Berevaniyê li Efrînê radigihîne, artêşa Tirkiyê êrîşên xwe li ser bajarokê Cindirêsê tindtir kirine û ji 3 aliyan ve êrîşî wî bajarokî Cindirêsê dike.

Hevserokê Desteya Berevaniyê li Efrînê Behcet Ebdo li ser rewşa navçeya Cindirêsê ji K24ê re got. “Ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve li ser Efrînê, bajarokê Cindirêsê bi hemû çekên giran hat topbaran û bombebarankirin.”

Got jî: “Artêşa Tirkiyê ji 3 aliyan ve, ji gundê Dêwa û Til Silorê, ji aliyê gundê Mehmediyê û Nisriyê û ji aliyê gundê Aşkê Xerbî û Baflorê ve êrîşî Cindirêsê dikin.” Ameje bi wê jî kir, ku artêşa Tirkiyê li her sê aliyan ji 5 – 10 K.M dûrî bajarokê Cindirêsê ne.”

Li ser belavbûna Hêzên Şeibî yên ser bi artêşa Sûriyê ve, Behcet Ebdo diyar kir, ew hêz ji roja yekem ya ku derbasî Efrînê bûne, li eniyên şer ên Cindirêsê, Mabeta, Raco û Bilibê belav bûne. Da zanîn jî, li eniya Raco jî ew hêz ji aliyê artêşa Tirkiyê hat bombebarankirin  û di nava wan kuştî û birîndar jî hene.

Li ser egera girtina bajarokê Cindirês ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, Behcet Ebdo got, tevî ku Cindirês ji roja yekem ve tê bombebarankirin û niha êrîşên esmanî û bijahî li ser wî bajarokî gelekî giran in, lê wan tedabîrên xwe girtine.

Derbarê rewşa xelkê Cindirêsê yê sivîl de got, yê her zêde di êrîşên artêşa Tirkiyê de dibin qurbanî kesên sivîl in, ji ber ku artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve bi hêza bijahî nikarin bipêş bikin, ji ber wê ji sedî 80 êrîşên esmanî bi riya firokeyên şer dike û welatiyên sivîl dibin qurbaniyên wan êrîşan.

 

 

S. B