“Yekrêziya navmala Kurd rêgiriyê li ber jenosidkirina xelkê Efrînê digire”

Şanda parlemanterên Kurdistanê yên serdana Efrînê kirine îro li parlemantoya Kurdistanê raporta xwend.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda parlemanterên Kurdistanê yên serdana Efrînê kirine îro li parlemantoya Kurdistanê raporta xwend. Endamê şandê parlemanter Elî Halo got: “Bi yekgirtî û yekrêziya navmala Kurd û serxwebûn û azadiyê em dikarin rêgiriyê li jenosid, qirkirina miletê Kurd bigirin.”

Şanda parlemantoya Kurdistanê roja 19 Sibatê ligel hejmarek ji alîkariyên mirovî û tenduristî ji Herêma Kurdistanê berve Efrînê birê ket û di roja din de jî ew şand gihişt Efrînê û ji aliyê gelê Efrînê bi coş û germî hate pêşwazîkirin û roja 15ê Sibatê vegeriya Herêma Kurdistanê.

Parlemanter Elî Halo di rûniştina parlemantoyê de û berî xwendina raportê ji parlemanteran re axivî û got: “Me peyama piştevaniya siyasî, neteweyî, manewî ya parlemantoya Kurdistanê û di riya wê re peyama xelkê Kurdistanê gihand xelkê Efrînê.”

Elî Halo got: “Xelkê Efrînê û Efrîn ku bajarekî biçûk e û ji aliyê Tirkiye, Sûriye, DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê ve dorpêçkirî ye, 33 roj in bexwedaneke dîrokî tomar kirine, divê ku gelê Kurd şanaziyê bi berxwedaniya Efrîniyan bike.”

Amaje bi 2 xalên girîng jî kir û got: “Li vir 2 xalê gelekî girîng hene, di 2014an de li Şingalê û di 2017an de li Kerkûk û Xurmatû û niha jî Efrîn di bin êrîşî û dagîrkeriyê de ye, civaka navdewletî bêhelwest û bêdeng bû, ev yek jî ji me dixwaze ku em Kurd yekgirtî bin û bi yekrêziya navmala Kurd û serxwebûn û azadiyê em dikarin rêgiriyê li jenosid, qirkirina miletê Kurd bigirin.”

Elî Halo ji bo xala duyemê jî got: “Xala duyem jî ji bo rêgirî li karesatên mirovî bê girtin, pêwîstî bi alîkariyên mirovî û madî yên bilez bigihin Efrînê, ji ber ku êrîş gelekî dijwar e û Efrîn rûbirûyî jenoside û karesatên mirovî yên mezin in.”

Ji aliyê xwe ve, parlemanter Şêrko Heme Emîn jî raporta wê şandê xwend û amaje bi rûber û rûniştvan, berhemên çandiniyê kir. Herwiha da zanîn ku ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, 50 hezar xwedekar, 2700 mamoste nekarin proseya xwendinê berdewam bikin. Herwiha 31 dibistan jî li navçe û gundên Efrînê rastî topbaran û bombebaranê hatine.

Herwiha amaje bi girê Eyn Darê yê şûnwarî û Bendava Meydanê kir, ku ji aliyê firoke û toxaneyên Tirkiyê ve hatin armanckirin.

Herwiha diyar kir, ku şanda parlemantoya Kurdistanê serdana nexweşxaneyên Efrînê kir û ji nêzîk ve agahdarî rewşa birîndaran bûn, ku di nava wan de zarok, jin û kesên temen mezin hebûn.

 

S. B