Erdogan: Hişyariyê ji pêketina cengekê di nav Xaç û Heyvê de dide

Erdogan: Ewana dibêjin, ku ewê melayên me ji Nemsa der bikin, di hizra wan de ku emê jî destgirtî bimînin, pêwîst e em jî wek wan serederiyê li gel wan bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, rexneyên tund li biryara serokwezîrê Nemsayê Sebastian Kurz kir, ya ku derbarê derkirina 60 melayên Tirk û girtina 7 mizgeftan daye.

Erdogan derbarê wê biryara Nemsayê hişyarî da, ku girtina mizgeftan dikeve çarçoveya kempîna li dijî "Islama siyasî" de û got: Ew rêkarên serokwezîrê Nemsa stendiye, tirsa wê yekê çêdike, ku cengek di nav "Xaç û Heyvê" de destpê bike.

Herwiha serokê Tirkiyê got: "Ewana dibêjin, ku ewê melayên me ji Nemsa der bikin, di hizra wan de ku emê jî destgirtî bimînin, pêwîst e em jî wek wan serederiyê li gel wan bikin".

Biryara Hikûmeta Nemsa, derbarê girtina 7 mizgeftan û derkirina 60 melayan, ku bi koka xwe Tirk in, bi wê sedemê ve hatiye girêdan, ku welatên biyanî û bitaybet Tirkiya, alîkarî û piştevaniya wan mizgeftan dikin.

N.O