Nêçîrvan Barzanî: Bi fermî behsa vegera Pêşmerge ji bo Kerkûkê nehatiye kirin

Nêçîrvan Barzanî: Tirkiye welatekî giring e û Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe li gel wê bêtir pêş bixe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî civîna îro ya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku derbarê vegera hêzên Pêşmerge ji bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, ti rêketin di nav Hewlêr û Bexdayê de nebûye.

Derbarê pêwendiyên herdu aliyan û çûna şanda Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê, Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku tenê di medyayê de wî nûçeya çûna şandê bihstiye û tiştekî wisa nebûye, lê karekî normal e şandên Bexdayê serdana Hewlêrê bikin û yên Hewlêrê jî serdana Bexdayê bikin.

Li ser pirsa firîngeha navdewletî ya Silêmaniyê û destpêkirina geştên ezmanî ji bo Tirkiyê, Serokwezîr diyar kir, ku ew li gel Enqerê, di gotûbêjan de berdewam in û hêvî heye ku bikaribin wê pirsê çare bikin.

Herwiha ragihand, ku çûna wezîrê pilandanîna Herêma Kurdistanê ji bo Tirkiyê, li ser vexwendina wezîrê enerciya Tirkiyê bû û di çarçoveya wê serdanê de, li gel serokê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan civiya.

Diyar jî kir, ku Tirkiye welatekî giring e û Herêma Kurdistanê dixwaze pêwendiyên xwe li gel wê bêtir pêş bixe.

Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşa hevbeş li dijî Sûrya got: "Helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê zelal e, Herêma Kurdistan mezintir qurbaniya bikaranîna çekên kîmawî bû, duh salvegera kîmyabarankirina navçeyên Balîsan û Şêx Wesan bû û pêştir jî bîranîna Helebçe û cihên din bû, her rêkarek ji bo rêgirtin li ber bikaranîna çekên kîmawî, em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniyê lê dikin.

N.O