Rûsya: 2 hezar çekdarên Opozisyonê digel malbatên xwe ji Dûma derketin

Serokê Navenda Lihevhatina Rûsya li Sûriyê ya ser bi Wezareta Berevanî ya wî welatî ve ragihand, îro 2 hezar çekdarên Opozisyonê digel malbatên xwe ji Dûma derketin

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya dibêje, 2 hezar çekdarên Opozisyonê digel malbatên xwe ji Dûma derketin e.

Serokê Navenda Lihevhatina Rûsya li Sûriyê ya ser bi Wezareta Berevanî ya wî welatî ve ragihand, îro 2 hezar çekdarên Opozisyonê digel malbatên xwe ji Dûma derketin û dê ber bi bakûrê Helebê ve werin şandin.

Navborî eşkere jî kir, biryar e nêzîkî 4 hezar kesên din, ku ji çekdarên Opozisyonê û malbatên wan pêk hatin e, xwe amade dikin, da ku di demeke nêzîk de ji Dûmayê derkevin.

Bi serpereştiya Rûsyayê di van her dû mehên dawiyê de, zêdetirî 150 hezar kesan ji Xûta rojhilata Şamê ji bo Idlibê hatine veguhestin.

 

 

C.B