Pentagon: Encamdana operasyona Efrînê pirsgirêkan çare nake
K24 - Navenda Nûçeyan
Berpirsekî wezareta berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand, ku welatê wî di wê baweriyê de ye, ku encamdana operasyona serbazî li Efrînê, xizmeta navçeyê nake.
Wî berpirsê Pentagonê ku nexwastiye navê xwe eşkere bike, ji rojnameya Los Angeles Times re ragihand, ku Washingtonê derbarê Efrînê, peyamên gihandiye Hikûmeta Tirkiyê.
Heman berpirsî got jî: "Amerîka piştevaniya Tirkiyê dike di rûbrûbûna rêxistinên terorî de, ji wan jî PKKê, lê êrîşkirina ser Efrînê pirsgirêkan çare nake".