Fehmî: Iraq ji pêkanîna hukimetê dûr e

Serkirdeyek Hevpeymaniya Saîrûn tekez dike, heta niha ti aliyekî nekariye mezintirîn kûtleya Parlemanê dirust bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyek Hevpeymaniya Saîrûn tekez dike, heta niha ti aliyekî nekariye mezintirîn kûtleya Parlemanê dirust bike.

Serkirdeyê Hevpeymaniya Saîrûn û Sekreterê Partiya Komunîst a Îraqê Raîd Fehmî di daxûyaniyekî rojnamevanî de ragihand, heta niha ti bereyekê nekariye mezintirîn kûtleya Parlemanê dirûst bike.

Got jî, ji bo dirustkirina mezintirîn kûtleya Parleman, aliyên siyasî li ser dû arasteyan dabeş bûn e. Bereyek bi Serokatiya Hevpeyamaniya Saîrûn, û bereyek bi Serokatiya Dewleta Yasa û Hevpeymanên wê, û heta niha ti aliyekî kursiyên pêwîst ji bo pêkanîna mezintirîn kûtle bi dest nexistin e.

Sekreterê Partiya Komunîst a Iraqê tekez jî kir, eger hikûmetek bê dirustkirin, xwestekên wan tê de nebin, wê demê bijardeya Opozisyonê bijardeyekî vekirî dibe.

 

 

C.B