Jinek dibe bihêztirîn rikbera Erdogan

Dema Hilbijartinên Serokomartiya Tirkiyê her ku nêziktir dibe, hejmara berbijêran jî zêdetir dibe û wisa xuya dike ku hilbijartineke rengîn li pêşiya dengdêrên Tirkiyê ye. Ji siyasetmedaran heta rojnamevanan 7 kes berbijêrên serokomartiyê ne. Berbijêrê AK-Partî û MHPê Recep Tayîp Erdogan, Nmazetê Iyî Partiyê jî Meral Akşener e. Lê CHP û HDP heta niha xwe zelal nekirine.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Dema Hilbijartinên Serokomartiya Tirkiyê her ku nêziktir dibe, hejmara berbijêran jî zêdetir dibe û wisa xuya dike ku hilbijartineke rengîn li pêşiya dengdêrên Tirkiyê ye. Ji siyasetmedaran heta rojnamevanan 7 kes berbijêrên serokomartiyê ne. Berbijêrê AK-Partî û MHPê Recep Tayîp Erdogan, Nmazetê Iyî Partiyê jî Meral Akşener e. Lê CHP û HDP heta niha xwe zelal nekirine.

Xelkê Tirkiyê dê di 24ê Hezîranê de biçe ser sindoqan û serokomarê xwe hilbijêre. Heta niha 7 kes ji bo hilbijartinên serokomartiyê berbijêrbûna xwe eşkere kirine û yek ji wan berbijêrê bibandor ê hilbijartinê jî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan e.

Erdogan di sala 1976an de ket nav siyasetê. Di sala 1986an de bû parlementer û sala 1994an de jî bû Şaredarê Stenbolê. 2001an de AK-Partiyê damezirand û partiya wî sala 2002 an de tena serê xwe bû desthilatdarê Tirkiyeyê. Erdogan piştî wê demê heta niha 11 sal Serokwezîrtî kir û 4 sal in jî Serokomar e.

Berbijêra Iyî Partîyê jî Seroka wê partiyê Meral Akşener e. Akşener di sala 1995an de bû parlementer. Piştî saleke din jî bû Wezîra Navxwe. Di sala 2007an de bû parlementera MHPê, lê sala 2016an de ji MHPê hate dûr kirin. Wê jî sala bûrî Iyî Partiyê damezirand. Partiya Akşenerê sekûler û nîjadperst e.

Serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçek jî berbijêr e. Ew jî ji sala 1968an ve di nav siyasetê de ye. Seroktiya partiyên wekî TÎKP, Partiya Sosyalîst û Partiya Karkeran kir. Di sala 2008an de ji ber doza Ergenekonê hate girtin lê sala 2014an de hate berdan. Perînçek her çend berê kesek çepgir be jî niha nîjadperest e.

Di nav berbijêran de kurdekî ji bakurê Kurdistanê jî heye. Rojnamevan Levent Gûltekîn Kurdê bajarê Erdexanê bajaroka Goleyê ye. Bi nêrînên xwe yên dijî Erdoganî tê naskirin û kesek oldar û demokrat e. Guletekîn 23 sal in karê rojnamevaniyê dike.

berbijêrê pêncemîn jî Tuna Beklevîç e. Beklevîç sala 2006an de Partiya Bihêz a Tirkiyeyê ava kir. Di referandûma sala borî de li dijî Erdoganî bangeşeya dengê na kir û partiyek jî bi navê NA damezirand. Piştî ku dengên belê serketin wî jî got pêvajoyê nayê dawî nehatiye û ji bo hilbijartinên Serokomartiyê li dijî Erdoganî berbijêr e. Xwe wekî demokrat û azadîxwaz penase dike.

Ji xeynî van navan 2 parlementerên CHPê jî berbijêrbûna xwe ragihandine, lê CHP wekî partî berbijêrê xwe hîna aşkere nekiriye. Herwiha HDP jî wekî CHPê biryara xwe nedaye û tê pêşbînîkirin ev her du partî dê çend rojên pêş de xwe zelal bikin.