HSD: Tenê ji sedî 10 ji Reqayê di destê DAIŞê de maye
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevka operesyona Hêrsa Ferêt Cîhan Şêx Ehmed ragihand, tene ji sedî 10 ji bajarê Reqayê di destê DAIŞê de maya û di çend rojên bê de, ewê mezginiya rizgarkirina bajêr belav bikin.
Cîhan Şêx Ehmed li ser dawî pêşhatên operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê ji K24ê re got: “Gava Hêrsa Ferêt a kontolkirina Reqayê gihêştiye dawî qonaxên xwe. Ji sedî 90 ji bajêr hatiye rizgarkirina û tenê ji sedî 10 ji bajêr di destê DAIŞê de maye.”
Cîhan Şêx Ehmed amaje bi wê kir, çekdarên DAIŞê xwe di wê beşê bajêr ê mayî de xwe kom kiriye û berxwedaneke tund dike û bi riya otombîlên teqîner û xwekujî êrîşan dike.
Berdevka operesyona Hêrsa Ferêt ragihand jî, şervanên HSDê dê demeke kurt de mizgîniya rizgarkirina bajarê Reqayê bi temamî bidin gelê xwe.