Sîrwan Barzanî zanyarî derbarê êrîşa xwekujî ya DAIŞê li ser Mexmûr eşkere kir

Sîrwan Barzanî: “Şevê din sê çekdarên DAIŞê li sînorê Mexmûr êrîşî ser kampeke hêzên Amerîka kirin, lê êrîşa wan hat têkbirin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serpereştyarê hêzên Pêşmerge li bereya Giwêr – Mexmûr Sîrwan Barzanî, di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê ragihand: “Şevê din sê çekdarên DAIŞê li sînorê Mexmûr êrîşî ser kampeke hêzên Amerîka kirin, lê êrîşa wan hat têkbirin.”

Sîrwan Barzanî diyar kir, ku du ji wan xwekujan hatine kuştin û yekî din jî xwe teqand, û got: “Xweşbextane ti ziyanek ji encama wê êrîşê çênebû.”

 

Derbarê rola hevpeymanan piştî encamdana referandomê, Sîrwan Barzanî zelal kir ku hevpeymana navdewletî, wê piştî referandomê jî alîkariya xwe ji bo hêzên pêşmerge di sere dijî terorê de berdewam bike.