Amerîka: Rê ji koçberên Efrînê re nayê dayîn bo vegerin malên xwe

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ragihand, ji nêzîk ve çavdêriyê li rewşa Efrînê dikin û 140 hezar welatî koçber bûne û li gor zanyariyên wan ta niha rê bi wan nehatiya dan, ta vegerin ser mal û milkên xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert ragihand, ji nêzîk ve çavdêriyê li rewşa Efrînê dikin û 140 hezar welatî koçber bûne û li gor zanyariyên wan ta niha rê bi wan nehatiya dan, ta vegerin ser mal û milkên xwe.

Heather Nauert li Washingtonê bersiva peyamnêrê K24ê da û got, ew di derbarê rewşa Efrînê de nîgeran in û daxwaz ji Rûsya, Tirkiye û rêjîma Sûriyê kir, vegera xelkê Efrînê asan bikin û hevkariyên mirovî pêşkêş bikin, ta bi zûtirîn dem xelk vegere ser mal û milkên xwe.

Herwiha got: “Ji nêzîk ve rewşa Efrînê dişpoînin, ji destpêka bûyeran û di du mehên bûrî de 140 hezar welatî ji Efrînê koçber bûbûn. Li gor zanyariyên me ta niha rê bi Efrîniyan nehatiya dan ta vegerin malên xwe.”

Diyar kir jî: “Me nîgeraniya xwe li ser rewşa Efrînê ragihandiye û daxwaz ji hemû aliyên li bakurê Sûriyê ne ji Rûsya, Tirkiye û Sûriyê jî dikin divê xelkê di zûtirîn dem de vegerînin û hevkariyên mirovî ji wan re dabîn bikin. di rûniştina NATOyê de Wezîrê Derve yê Amerîka ligel hevpostê xwe yê Tirkiyê civiya bû û ev babet pê re guftûgo kir.”

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê roja 18ê Adarê bajarê Efrînê dagîr kirin, ji encamê jî zêdetir 200 hezar welatiyên Efrînê koçber û derbider bûn, ta niha niha li deverên derdora Efrînê di rewşeke mirovî ya xirab dimînin û artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyonê rê nadin ku ew vegerin ser mal û milkên xwe.

Li gor jêderên ji nava Efrînê jî, ku plana guhartina demografî li Efrînê tê cibicîkirin, ku demek e Erebên ku Xûtaya Rojhilata Şamê derketine, li gund û bajarên Efrînê têne bicihkirin.

 

S. B