Tirkiye naxwaze Amerika operasyonê li Idlibê encam bide

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiye radigihîne: Ger Amerîka li Îdlîbê operasyonek leşkerî pêk bîne dê ew deriyê sînor a Cîlvegozûyê bigrin.

Li gor nûçeyên medyaya Tirkiyeyê 2 roj berê di serokatiya Serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî Yildirim de Lûtkeyeke Ewlekariyê pêk hatiye û di wê civînê de derbarê Krîza Suriyeyê de biryarên girîng hatine girtin. Li ser egera operasyoneka leşkerî a ji aliyê Amerîkayê ve li dijî bajarê Îdlîbê Tirkiye biryar girtiye ko deriyê sînor a Cîlvegozûyê bigre. Derî dê tenê ji bo alîkariyên mirovî vekirî bimîne.

Berî niha Nûnerê Taybet yê Amerîkayê yê Suriyeyê Mîchael Ratney amaje kiribû ko ger li bajarê Îdlîbê El Nusra desthilatdar bibe ew dê operasyonek leşkerî pêk bînin.