Sedir: Rêketin li ser pêkanîna Hikûmeteke niştimanî nêzîk bû ye
K24 - Navenda Nûçeyan
Rêberê Şepêla Sedir û piştevanê Hevpeymaniya Sairûn, Muqteda Sedir ragihand, ku "Rêketina li ser pêkanîna Hikûmeta Iraqê nêzîk bûye".
Sedir li ser Twitterê belav kiriye: "Îro wêne temam bû, piştî temambûna şêwirdariyê em gihiştin dawiyê, heya em Hikûmeteke cihê razîbûnê pêk bînin. Hikûmeteke ne Sunî û ne Şî'î be, ne Erebî û ne Kurdî be û ne taîfî be, lê Hikûmeteke Iraqî resen be û opozisyona wê ya siyasî jî tendirust be".
Sedir diyar kir, ku ewê hemû lêveger û êl û tex û çînên civakê, haydarî hûrkariyên civînan bikin û got: Piştre emê li bendî kutleyên xwedî nerînên niştimanî bin, daku Hikûmeteke bihêz wek bavekî ji bo parastina mafên gel, pêk bînin.
Hevpeymaniya Sairûn a Muqteda Sedir, di hilbijartinên roja 12/5/2018an de, pileya yekem li ser astê Iraqê bidest anî û bû xwediya 54 kursiyên Perlemana Iraqê.
Piştî derketina encamên fermî, tevgereke zêde bi mebesta pêkanîna Hikûmeta nû destpê kir û piraniya aliyan û qewareyên siyasî serdana Sedir kirin.
N.O