Ji hev nêzîkbûn a Enqere û Moskoyê û bandor a wê li ser Rojava ya Kurdistanê

Li gel nêzîkbûn a Turkîya û Rûsyayê ji hevdû, Helwêst a Rûsyayê beranber bi Kurdan jî ber bi gûhertin ve diçe. Pişkek ji alî yên sîyasî metirsî yên evê guherrtin a helwêst a Rûsyayê aşkera dikin û daxwaz dikin alî yên Kurdî yên rojava ya Kurdistanê peywendî yên xwe li gel Rûsyayê nepirçînin û xwe nêzîk bikin ji Rûsyayê.

K24- Qamişlo

Piştî çend rojan ji kişandina hêzên leşkerî yên Rûsiyayê ji bajarokê Til Rif`etê şêwermendê rêveberiya xweser Çiya Kurd ji ajansa Royterzê re eşkere dike ku Rûsiya rêgiriyê li pêş pêkanîna dan û sitandinan bi rêcîma Sûriyê re dike. Ji hêleke din ve hin berpirsên rêveberiya xweser dibînin ku jib o pêkanîna berjewendiyên xwe bi Turkiyê re welatê Rûsiyayê helwestên xwe ji Kurdan bi temamî guhertine, û ev yek egerên pêkanîna pilanên Turkiyê di bakûrê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de zêdetir dike û metirsiyên vê yekê jî dê li ser hemû pêkhateyan hebe.

Di meha Cotmeha 2017an de ji bo pêkanîna diyalogê di nav bera rêcîma Sûriyê û rêveberiya xweser de berpirsên Rûsiyayê navbênkariya xwe eşkere kirin, lê tu encam jê der neketin, tevî wê jî hin şirovekar dibînin ku Rûsiya xwedî roleke sereke ye di Sûriyê de û pêwîste rêveberiya xweser peywendiyên xwe pê re bi hêz bike da ku careke din Kurd baceya rêkeftinên bi Turkiyê re nedeynin.

Li gorî hin şopîneran kişandina hêzên leşkerî ji bajarokê Til Rif`etê destpêka pêkanîna guhertinên helwestên Rûsiyayê li ser zemînê ne, di demekê de hin din dibînin ku Rûsiya xwedî bandoreke sereke ye di Sûriyê de û berdewamiya dijberiya wê tu sûdan ji Kurdan re nayîne nemaze ku ta nuha rayedarên Emerîka tu rêkeftin yan jî soz bi Kurdan re nedane.