Musena Emîn bi tundî bersiva hin Perlemanterên Iraq dide

Emîn: Daxuyaniyên hejmarek ji perlemanterên Iraqê, ji sinc û exlaqa dûr in û gotinên wan bazarî ne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê firakisyona Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê di Perlemana Iraqê de Musena Emîn, bi tundî bersiva wan perlemanterên Iraqî dide, ku behsa rêgirtinê li ber beşdariya perlemanterên Kurd dikin di civîna Perlemana Iraqê de, û li ser vê yekê ragihand: "Daxuyaniyên hejmarek ji perlemanterên Iraqê, ji sinc û exlaqa dûr in û gotinên wan bazarî ne."

Musena Emîn ji malpera "Bexdad El-Yewm" re got: "Hemû perlemanter wek hev in û pileya ti perlemanterekî ji yê din nebilindtir e, heger biryareke yasayî hebe, em rêzê li yasayê digrin."

Emîn got jî: "Min 53 hezar deng aniye, çawa dibe perlemanterekî ku tenê 500 yan 1000 deng aniye, bizavan bike rê li min bigre daku nûneratiya gellê xwe nekim ku min ji bo vê yekê hilbijartine."

Navhatî diyar kir: "Heger ew daxuyanî nerîna kesên beltecî dide xuyakirin, ew karekî ne exlaî ye û em danakevin wî astî."