Mehmet Ocalan: Erê ji referendûma Kurdistanê re!
K24 – Navenda Nûçeyan
Birayê rêberê PKKê Abdullah Ocalan, ji K24 re ragihand ku, pêkanîna referendûma serxwebûna Kurdistanê di dema xwe de ye û serfirazî di xebatên Serokê Herêma Kurdistanê li qada diplomasiyê de xwest.
Mehmet Ocalan diyar kir ku, li cîhanê 50 milyon Kurd hene, mafê Kurdan e ku xwedî dewleta xwe ya serbixwe bin. Ew bi xwe bi temamî ligel referendûma serxwebûna Kurdistanê ye û bawer e ku ji sedî 90 Kurd dê dengê bi Erê ligel serxwebûnê bikar bînin.
Ocalan herweha diyar kir ku, dijberiya referendûma ne tiştekî rast e û ew ji dil ligel referendûma serxwebûna Kurdistanê ye û daxwazên serfiraziyê dike.