Tirkiye: Operasyon dijî 1360 malperên internetî
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêveberiya Asayişa Giştî ya Tirkiyê li ser 1360 Malperên İnternetê Operasyon durist kir û 40 kes hatin girtin.
Rêveberiya Asayişa Giştî ya Tirkiyê û Fermandarîya Cenderme, li ser malperên internetê, Operasyonek da destpê kirin û bi sedan malper qedexe kirin.
Ligor Daxûyaniya Asayîşê, van malperan di salên 2017 û 2018an de, babetên ne yasayi pexş kirin e û propaganda ya xerab li dijî Tirkiyê kirin e.
Herwiha, van malperan ji derveyî welat xwe bi rêxistin kirin e û bi taybet zerar û zîyanê digihînin bazirganî, aborî û dîmenên ciwan ên Tirkiyê.
Ligor daxûyaniya Asayişa Tirkiyê, ev malper ji derveyî yasayan kar dikin û cezayê wan 1 sal û 6 meh in.
Di encama 1690 operasyonan de, 1360 Malperên İnternetê hatin asteng kirin û heta niha 40 kes hatine girtin.
Rêveberiya Asayişê dibêje: Sala 2019an de jî, wan 42 Operasyon encam dane û operasyon berdewam dikin.
C.B