Amerîka û Sûrya û 74 sal ji pêwendiyên tevlihev

Di dîroka pêwendiyên Amerîka û Sûryê de, gellek caran di qonaxên gellekî baş û yên gellekî xirab re derbas bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Bi dirêjiya 74 salên derbasbûyî, pêwendiyên di nav Amerîka û Sûrya de, di çend stasyonên nêzîkbûn û birrînê re derbas bûne.

Pêwendiyên fermî di nav herdu aliyan de, sala 1944an destpê kirin, dema ku Amerîka bi fermî Sûrya wek welatekî serbixwe û xwedî serwerî nasand û piştî çend mehan welatên din yên cîhanê pêwendiyên dîplomasî li gel Şamê destpê kirin.

Di Sibata sala 1958an de, dema "Komara Erebî ya Hevgirtî" di nav Sûryê û Misirê de hat ragihandin, pêwendiyên Amerîka bi Sûryê re neman û tenê balyozxaneya xwe li Qahîre hişt.

Lê di Êlûna sala 1961ê de, Sûrya yekîtiya xwe bi Misrê re hilweşand û piştî mehekê pêwendiyên dîplomasî di nav Amerîka û Sûryê de, dubare destpê kirin.

Di sala 1967an de, cenga di navbera Israîl û çend welatên Erebî de, despê kir, pêwendiyên herdu aliyan dîsa qut bûn.

Piştî 7 salan ji wê cengê, careke din Amerîka balyozxaneya xwe li Şamê vekir.

Di Tebaxa sala 1990î de, pêwendî di navbera Sûrya û Amerîka de gellekî baş bûn, gava ku serokê wê demê yê Sûrya, tevlî hevpeymana navdewletî ya li dijî rêjîma Sedam Hisên bû, piştî ku Kiwêt dagîr kir.

Lê di gulana sala 2002an de, Amerîka ragihand, ku "Sûrya wek Îran û Korya Bakur, yek ji welatên Hevpeymana Xirabiyê (Mihwer El-Şer) e û çekên qirkirinê li cem hene".

Ji Sibatê heya Nîsana sala 2005an, nakokî di nav Amerîka û Sûryê de zêde bûn, piştî ku serokwezîrê Lubnanê Refîq El-Herîrî li Beyrûtê hat tîrorkirin û berpirsatiya wê tawanê ket stiwê Hizbullaha Lubnanî bi piştevaniya rêjîma Sûryê.

Di Gulana sala 2010an de, Amerîka sizayên xwe li ser Sûryê nû kir û ragihand ku "Sûrya piştevaniya tîrorîstan dike û xwediya çekên qirkirinê ye û biryarên Netewên Yekgirtî binpê dike û piştevaniya Hizbullaha Lubnanî dike û mûşekên "Skod" radestî wê girûpê dike".

Li gel destpêkirina bûyerên Sûrya û pêketina şer ku bi "Şoreşa Gelên Sûrya" hat naskirin û piştre bû cengeke navxweyî, pêwendiyên Amerîka û welatên din yên rojava li gel Sûryê bêtir têkçûn.

Di Gulana sala 2011an de, Amerîka û Yekîtiya Ewropa sizayên xwe li ser Sûryê tundtir kirin, di Tebaxa sala 2012an de, serokê berê yê Amerîka Barak Obama, hişyarî da rejîma Esed daku çekên kîmawî bikar neyne û gefa bikaranîna hêzê li dijî wî kir.

Li ser heman rêbazê, serokê niha yê Amerîka Donald Trump, di Nîsana sala 2017an de, fermana êrîşeke mûşekî li dijî firîngeha Şu'êrat li gundewarên Himsê da, piştî ku rêjîma Esed ji wê firîngehê navçeya Xan Şêxûn li parêzgeha Idlibê bi çekên kîmawî bordûman kir.

Herwiha Di Êlûna sala 2017an de, Trump Sûrya xist nav rêza wan 7 dewletan, ku nabe welatiyên wan serdana Amerîka bikin.

Di heman demê de, wezareta bergiriya Amerîka ragihand ku "Nêzîkî 2 hezar serbazên Amerîkî li nav axa Sûrya ne".

Di Sibata derbasbûyî de, hêzên Amerîka li Sûrya ragihandin ku wan rê li ber êrîşeke hêzên rêjêma Sûryê li navçeyên Dêra Zorê girtin.

Berî demekê jî, Trump ragihand, ku piştî serketina wan li dijî çekdarên DAIŞê, wê Amerîka hêzên xwe ji Sûryê bikişîne, lê sibeha îro, Amerîka li gel Frensa û Birîtanya êrîşî bingeh û baregehên rêjîma Esed kirin û ew haydar kirin, ku careke din çekên kîmawî bikar neyne.

N.O