Îsraîl Tehranê wêran dike

Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman tekez dike, heger Îran êrîşî Tel Eviv bike, Îsraîl dê hemû baregehên Îranê yên li Sûriyê ne û gef in li ser Îsraîlê jinav bibe, heger nerx çi be jî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman tekez dike, heger Îran êrîşî Tel Eviv bike, Îsraîl dê hemû baregehên Îranê yên li Sûriyê ne û gef in li ser Îsraîlê jinav bibe, heger buhaya wê jî çi be.

Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman ji rojnameya “Elaph” a Siûdiye re li ser gefên Îranê got: “Heger Îran êrîşî Til Evivê bike, emê li Tehranê bidin, heger aramî li Tel Eviv û Îsraîlê nemîne, dê li Tehranê jî nemîne. Ez dizanim çi dibêjim û şîretê li ti kesî nakim ku bi me biezmûne. Em ji hemû egeran re amade ne.”  

Lieberman bidûr dît ku bi sedema lêdana baregehên Îranê li Sûriyê rûbirûbûne bi Moskoyê re çê bibe û got: “Heger Esed bersivê bide firokeyên me, ez dizanim çawa bersiva wan bidin û sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê jinav bibin”

Amaje bi wê jî kir, Îsraîl naxwaze şer bi ti aliyekî re bike, lê di heman demê de jî ew rê nadin Îran ji Sûriyê ve li ser Îsralê bibe gef û heger buhaya wê yekê jî çi be.

Lieberman diyar kir, Îran dawî rojên xwe dijî û heger Amerîka ji rêkeftina atomî vekişe, aboriya Îranê dê bikeve, ji ber ku niha Îran 13 milyar Dolar li Sûriyê xerc kiriye û salane 2 milyar Dolar li Hizbulaha Libnanî, Hemad, Cîhad û mîlîşyayên din xerc dike.

Ev daxuyaniya Wezîrê Bergîriyê yê Îsraîlê ji piştî wê yekê tê, berî demekê hatibû ragihandin ku Îsraîlê êrîşî li ser binkeya T4 ya Sûrî kiribû, di encamê de 7 pasdarên Îranî hatibûn kuştin.

Piştî kuştina 7 pasdarên Îranî jî Iranê ragihandibû ku ev kiryara Îsraîl bêbersiv namîne.

 

S. B