Trump: Tirkiye şaştiyeke mezin dike

Donald Trump: Amerîka rijd e li ser azadkirina keşeyê me (Andrew Bronson) û di baweriya min de, Tirkiyê şaştiyeke mezin dike.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Amerîka Donald Trump di daxuyaniyekê de, ji ajansa Reutersê re tekez kir, ku welatê wî rijd e li ser azadkirina keşeyê Amerîkî û got: Di baweriya min de, Tirkiyê şaştiyeke mezin dike.

Trump diyar kir, ku Amerîka roleke mezin di azadkirina welatiyeke Turk de, li Israîlê lîst, lê Tirkiyê ti kar ji bo serbestberdana keşeyê me nekiriye.

Hikûmeta Tirkiyê, keşeyê Amerîkî Andrew Bronson, bi tometa sîxuriyê û alîkarîkirina Tevgera Gulen û PKKê desteser kiriye û ev çendîn car in, serokê Amerîka daxwaza serbestberdana wî dike, lê Tirkiyê wê daxwazê red dike, ji ber vê yekê jî pêwendiyên herdu welatan gellekî aloz bûne, heya gihişt wî astî ku Amerîka sizayên abûrî li ser Tirkiyê bisepîne, di encamê de jî, nirxê Lîreya Tirkiyê beramberî Dolarê Amerîkî gihişt nizimtirîn ast û 45% ji nirxê xwe jidest da û abûriya Tirkiyê ber bi kirîzeke mezin ve diçe.

N.O