Amerîka: Rêjîma Esed aboriya xwe li kuştina sivîlan xerc dike

Wezareta Derve ya Amerîka rêjîma Sûriyê tawanbar dike, ku bi siyaseta birçîkirin û kuştina welatiyan de berdewam e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîka rêjîma Sûriyê tawanbar dike, ku bi siyaseta birçîkirin û kuştina welatiyan de berdewam e.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus li ser Twittera xwe nivîsand, di dema welatiyên Sûrî gazinan ji nebûna sotemeniyê dikin, Hikûmeta Sûriyê çavkaniyên xwe yên aboriyê dike bin xizmeta mîlîşyayên ku welatiyên Sûriyê dikujin.”

Ortagus tekez kir jî, niha dem hatiye ku Hikûmeta Sûriyê siyaseta birçîkirin û kuştina sivîlan rawestîne.

Çend hefte ne bajarên Sûriyê yên di destê Hikûmeta Sûriyê de gazindan ji nebûna sotemeniyê dikin û biryarên hikûmetê yên di derbarê çareserkirina wê krîzê de ne bi dilê welatiyan e.

Roja 15ê Adara bûrî peydarê Wezareta Derve ya Amerîka Robert Palladino got, di dema çavkiyên aboriyê yên rêjîma Esed kêm bûne, rêjîmê û ji bo ferzkiina siyaseta xwe ya serkotkirinê, ji nû ve peykerê serokê berê yê Sûriyê Hafiz Esed li bajarê Derayê danî.

Robert Palladino got jî, rêjîma Esed bi danîn peykerê Hafiz Esed dide xuyakirin, ku pereyên ji bo dubare avakirina Sûriyê werin dayîn, dê pê desthilata xwe bihêz bike, ne ku jêrxaneya Sûriyê ava bike.  

Pêwîstiya Sûriyê rojana 100 hezar bermîl sotemî heye, lê demek e tenê ji 20 ta 24 hezar bermîl li bazaran peyda dibe. Herwiha pêwîstiya Sûriyê rojane bi 1400 hezar ton gaz heye, lê niha tenê 250 hezar ton peyda dibe, vê yekê jî krîzeke mezin li Sûriyê dirust kiriye.

 

S. B