Tevgera Goran sê pêşinyarên nû radestî Hikûmetê dike
K24 - Navenda Nûçeyan
Endamê civata niştimanî ya Tevgera Goran Aso Mehmûd ragihand: Me li gel şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn mijarên taybet bi Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin.
Aso Mehmûd got: Pêwîst e hikûmet kar ji bo baştirkirina jiyana xelkê û parastina serweriya Herêma Kurdistanê bike û divê hilbijartin di dema xwe de bên kirin.
Ji aliyê xwe ve şanda Hikûmeta ji Tevgera Goran xwest ku wezîrên wê li karên xwe vegerin.