Amerîka: Rûsya rêketinên li gel me kiriye binpê dike

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand, ku Rûsya rêketina agirbestê li başûrê Sûrya binpê kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo ragihand, ku Rûsya rêketina agirbestê li başûrê Sûrya binpê kiriye.

Mike Pompeo di hevpeyvînekê de, li gel kenaleke Erebî ragihand, ku rêketinek di navbera welatê wî û Rûsya de hebû, daku Artêşa Sûryê ber bi başûrê welat ve neçe, lê îro Rûsya ew rêketin binpê kir.

Pompeo got jî: Em berdewam kar dikin, ku Rûsya û Îran û Sûrya pêbendî sozên xwe bin.

Herwiha Pompeo tekezî li ser giringiya pêşxistina piroseya siyasî li Sûryê kir.

Ji 19ê meha derbasbûyî ve, Artêşa Sûryê bi piştevaniya Rûsya û milîsên Îranî, operasyoneke berfireh li parêzgeha Der`a destpê kiriye û heya niha beşekî mezin ji wê deverê kontrol kiriye.

N.O