Îran 4 welatan bi encamdana êrîşa Ehwazê tometbar dike

Peyvdarê binavê hêzên çekdarên Îranê: Du welatên Kendavê û Amerîka û Israîl li pişt êrîşa îro ne.

K24 - Navenda Nûçeyan.  

Peyvdarê binavê hêzên çekdarên Îran Ebû Fedil Şekirçî ragihand, ku 4 dewlet li pişt êrîşa îro bûn li dijî nimayişa wan ya serbazî, ku di encamê de heya niha 29 kes hatine kuştin û 60 kes birîndar bûne.

Ebû Fedil Şekirçî ji Ajansa Fermî ya Nûçeyên Îranî (Îrna) re got: Encamderên êrîşê li du welatên Kendavê hetine rahênankirin ji wan welatan tên piştevanîkirin, lê wî efserî navê herdu welatên Kendavê eşkere nekir, lê got: Herdu welatên din jî ku destê wan di êrîşê de heye Amerîka û Israîl e.

Herwiha Şekirçî got: 4 kes bi wê êrîşê rabûne û berî niha wan çek û kilaşinkovên xwe, li nêzîkî meydana nimayişê veşatibûn, lê bi tekezî tevahiya êrîşkaran hatine kuştin.

Ew yek di demekê de ye, ku berî niha girûpên Ehwazî, ku daxwaza serxwebûna Erebên Ehwazê dikin berpirsatiya xwe li ser êrîşê ragihandin, piştre jî, DAIŞê berpirsatiya xwe li ser êrîşê ragihand.

N.O