Ji bo lêdana PKKê Iraq hevkariya Tirkiyê dike

Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî radigihîne, ji bo destpêkirina operasyonekê li dijî PKKê, Bexda amade ye hevkariya Enqerê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî radigihîne, ji bo destpêkirina operasyonekê li dijî PKKê, Bexda amade ye hevkariya Enqerê bike.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê Parlemantoya Iraqê radigihîne, Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî hikûmeta Tirkiyê agadar dike ku Bexda amade ye ji no encamdana operasyoneke leşkerî li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeyên çiyayî yên Herêma Kurdistanê û navçeyên din hevkariya Enqerê bike.

Ji roja 15ê vê mehê Selîm Cibûrî bi serdaneke fermî li Tirkiyê ye û nivîsgeha wî ya ragihandinê dibêje, ji bo pirsên girêdayî bi Bexda û Enqerê ve çûye Tirkiyê.

Rêvebirê wê nivîsgehê Ebdilmelîk Huseynî ragihand, “Selîm Cibûrî her hebûneke gerîlayên PKKê li ser xaka Iraqê qebûl nake ku bibe gefek li ser ewlehiya navçê. Amadehiya Iraqê ya hevkariya bi Tirkiyê re jî derbirî, ta dawî li wê diyardeyê bê.”

Ev zanyarî di demekê de ne, hefteya bûrî Peyvdarê Hikûmeta Tirkiyê Bekîr Bozdag got: “Guftûgoya me bi hikûmeta Iraqê re heye ji bo bi hev re operasyoneke leşkerî li dijî PKKê li bakurê Iraqê encam bidin û helwesta Bexdayê li ser wê operasyonê erênî bû û her du alî gihêştine hevtêgihêştinekê.”

 

S. B