Tirkiye zêdetir hêzê dişîne ser sînorê Îdlibê
K24 – Navenda Nûçeyan
Di dema dawî de û bi egera destpêkirina operasyona Idlibê ji aliyê Sûriye û Rûsyayê ve, artêşa Tirkiyê hêzeke zêde ber bi sînorê bi Sûriyê re dişîne.
Tank û alavên leşkerî yên ji gelek bajarên Tirkiyê birê ketine, gehîştin Hatayê ser sînorê Îdlib û Efrînê.
Li gor agahiyan, ji bo ku derbasbûna penaberan bê astengkirina, Tirkiye li ser sînorê xwe leşker û tank bicîh dike.
Rayedarên Tirkiyê dibêjin, ew bibiryar in ku koçberên Îdlibê derbasî nav axa Tirkiyê nekin û li gor medyaya Tirkiyê ewê li Efrînê li devera Cindirêsê bên bicîhkirin.
S. B