Li Germiyanê ji ber lehî û baranê îro dibistan hatin girtin

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, ji ber baranê û metirsiya bilindbûna lehiyê dewama îro ya danê êvarê li dibistanên Germiyanê hat betalkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, ji ber baranê û metirsiya bilindbûna lehiyê dewama îro ya danê êvarê li dibistanên Germiyanê hat betalkirin.

Di vê derbarê de, Serpirştyarê Îdareya Germiyanê Selah Kiwêxa biryar da, îro dewama danê êvarê ji ber metirsiya bilindbûna lehiyan li tevahiya dibistanên sînorê Germiyanê were betalkirin û bibe.

Çend roj in şepêleke baranê li Herêma Kurdistanê dibare û ji ber baranê li çend navçeyan lehî rû didin.

Li gor pêşbîniyên Keşnasiyê, di çend rojên bê de jî barîna baranê li Herêma Kurdistanê berdewam dibe.

 

S. B