YNK: Pêwîst e PDK û Goran bi xwe pirsgirêkan çarerser bikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand, bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê, pêwîst e her du alî rasterast bicivin.
Endamê Serkirdayetiya YNKê Ferîd Aserserd ji K24ê re ragihand, “Binemaya çareserkirina nakokiyan ew e, ku aliyên nakok rasterast li hev bicivin û pirsgirêk û giliyên xwe ji hev re bibêjin. Herwiha divê bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin, ti pêwîstî bi aliyeke sêyemîn nake.”
Aserserd got jî: “Pirsgirêkan di navbera PDK û Goranê negihêştiye asta ku wek du dijminan bin. Sê meh in YNKê name û axaftinên her du aliyan digihîne hev, niha dem hatiye ku her du alî bi xwe li hev bicivin û pirsgirêkên xwe çareser bikin, bê aliyekî sêyemîn.”