Şah Selman: Tama ava Zemzemê guherî ye
K24 - Navenda Nûçeyan
Şahê Siûdiyê Şah Selman daxwaz ji berpirsên welatê xwe kir, ku kiwalîtiya ava Zemzemê biparêzin, ji ber ku wî hest kiriye tama ava Zemzemê guherî ye.
Malpera RT ya Rûsî belav kiriye, ku serokê karûbarên Mizgefta Heram û Mizgefta Pêximber Ebdilrehman Sudeys, ji rojnameya (Ukaz) ya Siûdî re gotiye: "Şah Selman bi telefonê pêwendî bi min re kir û ji min daxwaz kir ku em kiwalîtiya ava Zemzem biparêzin".
Bi gotina Sudeys, Şah Selman di wê pêwendiya telefonî de gotiye: "Ez hest dikim ku tama ava Zemzemê hatiye guhertin, gelo we tiştek tevlî kiriye.? Dive hûn parastina kiwalîtiya ava Zemzem bikin".
Heman rojnameyê ji ser zimanê Sudeys veguhsetiye, ku pirojeyekî mezin ji aliyê Şah Selman ve hatiye ragihandin, ji bo pêşxistina bîra Zemzem, bi awayekî ku hemû kes bikaribe mifayê ji ava bîrê werbigire û bi nirxekî remzî ava Zemzem bidest keve, li gel damezirandina kargehekê ji bo qutîkirina wê avê, daku rê li bazara reş û saxtekirina ava Zemzemê bê girtin.
N.O