Serok Barzanî: PDK tu caran xwe naçemîn e!
K24 – Navenda Nûçeyan
Di ahenga 72emîn sal a damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê de li paytext Hewlêrê, Serok Barzanî gotarek pîrozbahiyê pêşkeş kir.
Di axaftina xe de Serok Barzanî diyarkir ku, “PDK Partiya hemû pêkhate, Ol û aliyê civatî yên Kurdistanê ye û PDK dê tu caran xwe neçemîn e”.
Serok Barzanî anî ziman ku, “PDK xwedî dîrokek têkoşer û pîroz e. Erê îro 72emîn sal e, wekî temen pîr e, lê wekî kiryar genc e!”
Partiya Demokrat a Kurdistanê wekî Partiya tevayiya aliyên civatî, olî û mezhebî binav kir. Li herêma me û Iraqê jî, wekî ew Partî yak u hemû aliyan û pêkhateyan dinav xwe de kom dike, dikare bête destnîşan kirin.
Serok Barzanî liser hilbijartina Parlementoya Kurdistanê ya di dawiya meha Îlonê de jî rawestiya û diyarkir: “Partiya me ligel pêkanîna Hilbijartinê de dem a xwe de ye û pêwîstiya Kurdistanê bi hukimetek bihêz, çalak û çaksaz heye. PDK ne ligel paşvexistina Hilbijartinê ye”.
Serok Barzanî di dawiya gotara xwe de got: “Ez carek din dibêjim, em tu caran xwe naçemînin!”
Spasiyên xwe arasteyî damezrênerên PDK, Barzaniyê Nemir, Pêşmergeyên qehreman, endam û alîgirên PDK, dilsozên doza Kurdistanê, gelê Kurdistanê yê xweragir kir…
C.B