Heşda Şeibî: Şerê DAIŞê li Iraqê bi dawî nehatiye
K24 - Navenda Nûçeyan
Cîgirê serokê desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis ragihand, ku şerê li dijî DAIŞê bi dawî nehatiye û heya niha jî Heşd û hêzên Iraqî ji bo serketinê bi ser wê girûpê, qurbaniyan didin.
Ebû Mehdî Muhendis got: "Pêwîst e em serketinên xwe bi ser DAIŞê de biparêzin û bi heman awayê berê şerê wê girûpê bikin".
Muhendis diyar kir, ku hêzên Iraqî li navçeyên sînorî yên di navbera Iraq û Sûryê de, Heşda Şeibî jî li Hewîce, wê şerê çekdarên DAIŞê bikin.
Li aiyekî din, ji encama êrîşeke çekdarî li Kerkûkê, pênc endamên malbatekê hatin kuştin.
Efser di polîsên federal yên Iraqî de Hamid Ubêdî got: "Girûpeke çekdar, ku guman tê kirin ser bi DAIŞê ve bin, êrîşî ser malbatekê li bajarokê Riyad yê girêdayî Hewîce li başûrê Rojavayê Kerkûkê kir".
Bi gotina Hamid Ubêdî, ji encama wê êrîşê, pênc kes ji yek malbatê hatine kuştin û ew çekdar jî ji bo cihekî nediyar reviyan e.
Di çend hefteyên derbasbûyî de, êrîşên çekdarên DAIŞê li sînorên parêzgeha Kerkûkê zêde bûne.
N.O