DAIŞ di dawî pêgeha xwe de hatiye dorpêçkirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, DAIŞ di dawî dema jiyana xwe de ye û Hevpeymaniya Navdewletî jî tekeziyê li ser berdewamiya şer dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, DAIŞ di dawî dema jiyana xwe de ye û Hevpeymaniya Navdewletî jî tekeziyê li ser berdewamiya şer dike.

Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mistefa Balî ji “Reuters” re ragihand, DAIŞ li nêzîkî sînorê Iraqê di dawî pêgeha xwe de hatiye dorpêçkirin û dizane şerê li dijî wan, şerê tunekirina wan e.

Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê Hêzên Hevpeymanan Sean Ryan ji heman ajansê re ragihand, HSD pêşkeftinên mezin bidest dixe û bi berdewamî navçeyên di bin kontrola DAIŞê de rizgar dike.

Peyvdarê Hevpeymanan dibêje, lê şer hîn berdewam e û bidawî nebûye û metirsî ye li ser hin navçeyên Sûriyê.

HSD di meha Îlona 2017an de bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê qonaxa dawiyê ya şerê li DAIŞê ragihandibû.

 

S. B