Xesro Goran: Bo pêkanîna hikûmetê çavên hemû aliyan li giraniya PDKê ye

Biryar e îro şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê û Serokê lîsta Nesir Heyder Ebadî re bicive û piştre jî bi çend aliyên Sune re bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e îro şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê û Serokê lîsta Nesir Heyder Ebadî re bicive û piştre jî bi çend aliyên Sune re bicive.

Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a PDKê Xesro Goran ji K24ê re ragihand, hin aliyên ku li Bexdayê serdana wan kirine, wek Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malîkî daxwaz kirin ku careke din bi wan re bicivin.

Da zanîn jî, Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm soz da wan ku bê PDKê ti hikûmet û hevpeymaniyê de beşdar nabin.

Derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de, Xesro Goran got, 2 cemser ji bo pêkanîna hikûmetê hene, dibe jî arasteyeke sêyem jî dirust bibe. Her du cemserên ku niha hene, giraniya PDKê dizanin, ji bo di nava hevpeymaniya wan de hebe.

Li gor zanyariyên şanderê K24ê bo Bexdayê Araz Ehmed, Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî bi telefonê 3 caran pêwendî bi Serok Barzanî re kiriye, lê ta niha naveroka wan pêwendiyan nehatiye aşkerekirin.

Şanda PDKê duh bi serokatiya Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û bi beşdariya her yek ji Xesro Goran, Omîd Sebah, Şiwan Mihemed Taha pêk hatiye û îro zincîreyeke ji hevdîtinan bi aliyên Sunî û Şîe re encam didin.

Îro şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Berpirsê Dersteya Karîger Mela Bextiyar û her yek Rizgar Elî, Xalid Şiwanî, Firyad Riwandizî û Sadûn Feylî pêk hatiye, gihîşte Bexdayê û bi şanda PDKê re civiya.

 

S. B