HDP ji bo diyarkirina berbijêrê xwe dicive

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Enqerê dicive û biryar e berbijêrê xwe ya ji bo hilbijartinên serokomariya Tirkiyê destnîşan bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro li Enqerê dicive û biryar e berbijêrê xwe ya ji bo hilbijartinên serokomariya Tirkiyê destnîşan bike.

Peyamnêra K24ê li Enqerê da zanîn, Komîta Birêveberiya ya Navendî ya HDPê li Enqerê di civînê de ye û di pişt re Koma HDPê ya Parlemantoyê dicive, tê pêşbînîkirin di wan civînan de HDPê berbijêrê xwe yê ji bo hilbijartinên serokomariya Tirkiyê destnîşan bike.

Li gor zanyariyên peyamnêra me, navê herî zêde di civînan de ji bo berbijêrbûna serotomariyê tê gotûbêjkirin, navê hevserokê berê yê partiyê Selahetîn Demîrtaş e.

Diyar kir jî, HDPê navê Selahetîn Demîrtaş aşkere nake, ji ber ku di 30î vê mehê rûniştineke dadgehê ya wî heye û heger Demîrtaş neye cezakirin, dê navê wî wek berbijêr bê aşkerekirin, lê heger ceza girt ew nabe berbijêr, ji ber ku li gor yasaya Tirkiyê, ku nabe kesekî ku ceza li ser heye bibe berbijêr.

 

S. B