Amerîka ji Tirkiyê re: Pêwîstiya gerên serbazî li Minbicê bi demê heye

Amerîka: Tirkiya hevpeymana me ye û cihê baweriyê ye û em ji dilgiraniyên Enqera yên girêdayî pirsên ewlehiyê tê digehin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Wezareta Berevaniya Amerîka ragihand, ku pêwîstiya gerên serbazî yên hevbeş li gel Tirkiyê li bajarê Minbicê bi demê heye, daku ewlehiya wê navçeyê nekeve bin metirsiyê de.

Peyvdarê Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) di kongireyekî rojnemevanî de ragihand, ku Tirkiya hevpeymana Amerîka ye û cihê baweriyê ye û ew ji dilgiraniyên Enqera yên girêdayî pirsên ewlehiyê tê digehin.

Got jî: Sizayên Amerîka li ser herdu wezîrên Dadê û Navxwe yên Tirkiyê bandorê li rêketina di navbera herdu welatan de derbarê Minbicê nake.

Herwiha peyvdarê Pentagonê tekez kir, ku Amerîka pêbendî rêketina li gel Tirkiyê ye û ewê kar li gel Enqerê berdewam bike ji bo ewlehiya welatiyên Minbicê û parastina wî bajarî misoger bikin.

N.O