Li Başûrê Kurdistanê, di vê qonaxê de, “Di çarçeweya makezagonê de danûstandin” divê bê çi wate ye?

Kurd24

 

Li Başûrê Kurdistanê kurdan tu wext nexwestine ku bi şer pirsa xwe dîrokî û çarenivîsiya xwe ya milî çareser bikin. Hezar mixabin helwest û siyaseta dewlat Iraqê ya kolonyalîst kurd mecbûr kirin ku li hemberî dewletê şer bikin.

Dema ku derfet û kêysa aşitiyê derket holê jî, bi dewletê re rûniştine mafên xwe parastine û qezenç kirine. Kurdan, serokatiya Kurdistanê û Serok Barzanî, di 11 Adara 1970yî de ev yêka kir. Dema ku dewletê xwest ku li hev bikin, bi qeyid û şert ev pêşniyara pesinand. Bi dewletê re rûniştin li ser Otonomiya Kurdistan li hev kirin. Kurdistanî li Kurdistanê bûn desthilatdar. Lê dema ku Dewleta Iraqê û Hikûmeta Baasê li Kerkukê plebîsit li dar nexist û di sala 1974 de êrişî Otonomiya Kurdistanê kirin, serok Mele Mistefa Barzanî û partiya wî mecbûr bûn ku dîsa dest bi şer bikin.

Hezar mixabin vî şerî salekê domand. Dema ku çar dewletên kolonyalîst bûn yek, Yekîtiya Sovyetê piştgiriya Dewleta Iraqê kir û Amerîkayê xiyanetî li kurdan kir, Iraqê şer qezenç kir. Li Başûrê Kurdistanê piştî sala 1975an jî li hemberî Dewleta Kolonyalîst û Rejîma Faşîst ya Baasê, şer domand, heta Şerê Kendavê (Korfezê) ya yekemîn. Piştî wî şerî dema ku beşekî Kurdistanê azad bû û kurdistanî li wir desthilatdar bûn, tu wext şerek nexwestin. Di sala 2003an de pêvajoyeke nû dest pê kir. Bi destwerdana Amerıkayê û hevalbendên wan Rejîma Faşîst ya Baasê hat rûxandin. Dema ku rejîma baasê hat rûxandin, li ser dewleta nû niqaş çêbûn. Kurdan, ereban, kêmnetewan bi hevre biryar dan ku dewleteke hevbeş, demokrat, federal ava bikin. Ji bona vê dewletê makezagonek hat amadekirin.

Di sala 2005an de jî, encama referandûmê ev makezagona hat erêkirin. Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê û hemû partiyên Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê berî referandûma serxwebûna Kurdistanê jî, piştî serxwebûna Kurdistanê jî ji raya giştî ya ereb, kurd, dinyayê re diyar kirin ku pirsgirêkan bi diyalogê dixwazin çareser bikin. Lê terefa ereban guhên xwe ji vê daxwazê re girt. Tu car nexwest ku gotin û peyva “dîyalogê” bibîzin. Serokê Kurdistanê û bi taybetî jî Hikûmeta Kurdistanê, piştî ku kereseta Kerkukê pêk hat û Kerkûk û ji axa Kurdistanê ji %46 hat îşgalkirin, zêdetir ji dîyalogê hat qalkirin. Hat gotin ku “em dixwazin di çerçeweya makezagonê de dîyalogê bimeşînin.” Li Başûrê Kurdistanê sê demên cuda hene.

Di van hersê deman de wateya diyalogan cuda bûn. Piştî ku makezagona federal hat Pesinandin û berî referandûma serxwebûna Kurdistanê wateya dîyalogê… hîç şik tune bû ku piştî sala 2005an li Iraqê dewleteke nû ya federal ava dibû. Pergeleke siyasî ya nû di rojevê de bû. Birêvebirina dewlet û sîstema nû hiç şik tune ye ku dê bi xwe re pirsgirêk bianîna. Projekirina dewletê bi serê xwe mijareke giring bû. Siyasetmedarên Iraqê, xwediyê çandeke kevn û otorîter û nijadî bûn. Sîstem û dewleta federal ji bona van nû bû. Ji bona birêvebirina dewleta federal çandeke nû ya demokratîk û lîberal hewce bû. Hezar mixabin ev jî li Iraqê tune bû. Loma projekirina dewleta federal, pêkanîn û bicîkirina dewleta federal, wextek û sebirek û xebatek taybet dixwest. Di vê xebatê de diyaloga Herêma Federe ya Kurdistanê û Hikûmeta Navendî gellekî giring bû. Bi taybetî jî bicîkirina xala 140emîn ya makezagona federal pir giring bû. Lewra diviya bû ku di sala 2007an de referandûm çêbibûya û bi referandûmê statûya Kerkûkê û herêmên din yên ji derveyî desthilatdariya Kurdistanê çareser bibûyan.

Ji derveyî van pirsên bingehîn, mijara ekonomî, petrolê, sîstema partiyên siyasî, civakî hebûn. Ji bona van mijaran diyalogeke bi sebir pêwîst bû. Kurdan jî ev sebir û tehemul nîşan dan. Hezar mixabin di serokwezîrtiya Malikî de sîstema diyalogê rawestiya. Malikî, li gorî nijadperestî û nasyonalîzma erebî tevgeriya. Ev helwest û siyaseta Malîkî di navbeyna kurdan û Hikûmeta Navendî de pirsgirêk û nekokiyên mezin çê kir. Herêma Federa ya Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ji hev dûr ketin. Kurdan hêvî kir ku bi guhertina hikûmetê pirsgirêk bên çareserkirin û nekokî ji holê rabin û makezagona federal dê bicî bibe. Hezar mixabin piştî Abadî jî bû serokwezîr her çiqas nermiyek jî çê be, pirsgirêk çareser nebûn. Dema ku kurd bêçare man, pêşniyareke nû kirin. Gotin ku divê li Kurdistanê dewleta serbixwe ava bibe. Bi ereban re dewleta konfederal ava bibe. Ev pêşniyar bû sedema niqaşên mezin. Hikûmeta Navendî guh neda vê pêşniyarê kurd mecbûr bûn ku referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin.

Di vê qonaxê de kurdan dîsa xwestin diyalogê bikin, Hikûmeta Erebî ya Nijadperest pencerên xwe ji diyalogê re girtin. Piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê wateya diyalogê… Serokê Kurdistanê û desthilatdariya siyasî ya Kurdistanê piştî ku biryara referandûma serxwebûna Kurdistanê hat girtin jî, dest ji diyalogê bernedan. Lê Hikûmeta Mezhebî ya nijadperest diyalog red kir. Dijitiya xwe ya referandûmê nîşan da. Daxwaz kir ku referandûm neyê kirin. Serokê Kurdistanê û Desthilatdariya Siyasî ya Kurdistanê ev yek nepesinandin. Referandûm, di 25ê Êlûna 2017an de hat kirin. Kurdistaniyan di encama referandûmê de biyara Dewletbûna Kurdistanê dan. Hikûmeta Iraqê ya Mezhebî û Nijadperest dijminitî û êrîşa xwe zêdetir kir. Di vê merheleyê de jî Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê, gelek aşkere diyar kirin ku bi Hikûmeta Iraqê re diyalog bikin. Armanca diyalogê, Dewleta Kurdistanê çewa ava bibe. Kurdistan û Herêma Ereban dê çewa ji hevûdu cuda bibe, derfeta dewleta konfedreral heye, an na bû.

Hezar mixabin Hikûmeta Iraqê ya Mezhebî û Nijadperest ev pêşniyar red kir. Ji bona ku Kurdistanê îşgal bike, dest bi haziriyê kir. Îran amade bû ku mustemleka xwe Iraqê biparêze. Dewleta Tirk jî îlan kir ku bi her awayî dê ji Hikûmeta Iraqê re bibe alîkar. Ev siyaseta xwe ya “dostane” ya bi Kurdistanê re guhert. Di vê navberê de diyar e ku demeke dirêje ku li Kurdistanê jî ji xwe re hevalbendan amade dikin. Ew hevalbendên wan yên kurd jî, ji êrîşa Kurdistanê re amade bibûn. Ew hemû hêz bûn yek û bi taybetî jî bi xiyaneta grûpek kurdan, Kerkûk û gelek deverên din yên Kurdistanê hatin dagîrkirin. Piştî Îşgala Kurdistan Wateya Diyalogê…

Dema ku Kerkûk û gellek deverên Kurdistanê gellek bi hêsanî hatin dagîrkirin, Serokê Kurdistanê ji bona ku şerê hundir dernekeve, Kurdistanî qetil nebin û neyên kûştin; şer nekir. Dîsa ji Hikûmeta Nevandî daxwaz kir ku “di çerçeweya makezagona dewleta federal de “ bi diyalogan pirsgirêkan çareser bikin. Ji bona diyalogê divê di desdtpêkê de stratejiya diyaloge baş bê tespîtkirin. Kurdistanî û dinya baş dizane ku Kurdistaniyan di 25ê Êlûna 2017an de encama referandûmê biryarek dan. Ev biryar, avakirina Dewleta Kurdistanê ye. Ev biryara di hemanwext de qanûnek e. Lewra Kurdistanî, organa bilind ya yasaçêker in. Lewra gel û millet, meclîsan ava dikin, ji meclîsê re parlamenteran hildibêjirin. Meclîs li ser navê gel yasayan çê dike. Gel û Milet bi riya nerasterast temsîl dike. Meclîs Hikûmet ava dike. Hikûmet li ser navê gel û Milet desthilata siyasî birêve dibe. Welat îdare dike. Lê gel û Milet li ser navê xwe jî rasterast bi riya referandûmê ku dezgeha demokratîktir e, qanûnê çê dike. Loma jî biryara Kurdistaniyan di 25ê Êlûnê de wergirtiye, di hemanwexte de qanûnek e. Vê biryar û qanûnê, ji bona Kurdistaniyan, Serokê Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê û partiyên siyasî yên Kurdistanê û hemû dezgehên Kurdistanê; stratejiyek jî diyar kir.

Ev stratejiya: Avakirina Dewleta Kurdistanê ye. Kurdistanî, ji qonaxe dewleta federal û federalîzmê, derbasî qonaxa Dewletavakirina Kurdistanê bûn. Serokê Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê û partiyên siyasî yên Kurdistanê û hemû dezgehên Kurdistanê mecbûr in ku ji vê biryar, qanûn, stratejiyê re îtîatkar bin; dernekevin derveyî vê konseptê. Her xebetek xwe li gora dewletavakirina Kurdistanê divê realîze bikin. Dema bi hikûmetê û bi aliyê ereban re diyalog çêbû jî, divê ev konsepta û an jî bername neyê jibîrkirin û li gora wê divê tevbêgerandin. Ev tê çi wateyê? Belê di qonaxê de divê di çerçaweya mişterek ya federal de bê hereketkirin, lê tu dem jî em xwe ji dewletavakirinê nedin aliyekî. Danûstandin , plan û projeyên bên çêkirin divê di merkeze dewletavakirin û di xizmeta wê dewletavakirinê de be. Dema ku di çerçewya makezgona federal de danûstandin bê kirin, divê ji şaşî û kêmaniyên berê ders bê derxistin.

Di heman dem de ji dewleta federal divê gav paşve neyên avêtin, dewlet ji bona ku bibe dewleta Kurdan, ereban, kêmneteweyan, divê bê projekirin. Loma jî di destpêkê de divê şaşiyê di avakirina dewleta federal de hatine kirin, bê ber çav, ji bona dewleta federal bê avakirin, plan û projê bên çê kirin. Ji bona vê yekê, divê ji bona dewleta federal çend herêmên federe ava bibin. Herêma Kurdistanê, Herêma Erebên Sûnî, Herêma Erebên Şiî. Wê demê erebên şiî ji navendbûnê derdikeve, Her herêmek li gorî makezagonê wek hev dibe. Wê demê dewlet li gora prensîbên wekheviyê tê birêvebirin. Divê xalên makezagonê yên nehatine tetbîqkirin û binpêkirin divê tespît bibin, ew rewş ji holê rabe. Dezgehên dewleta federal jinûve ava bibin. Serokkomarî, meclîs, hikûmet divê li gorî dewleta federal ava bibin û ji çav derbas bibin. Divê di diyalogê de pir bi lez ji bona ku pêşiya erebkirina Kurdistanê û Kerkukê bê girtin, divê tevbêgerandin. Dewleta Federal, gora dewleta hevbeş ya kurdan û ereban tevbigerin. Divê hemû teref helwestekê diyar bike.

Ev jî bi dawîanîna îşgal a Kurdistanê dibe. Dawîanîna îşgala Kerkûk û deverên din yên Kurdistanê, bi terka leşkerên Iraqê, bi taybetî jî bi terka Haşdî Şabî û Îranê dibe. Divê polîs di bajaran de ewlekariyê pêk bînin. Desthilatdariya herêmî teslîmî welatiyên wan herêman bin. Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm divê vegere ser karê xwe. Ji bona ku statûya Kerkûkê û deverên din yên ji derveyî desthilatdariya Kurdistanê diyar bibe, divê xala 140emîn ya makezagonê bi lez û bez bicî bibe.

 Amed, 30. 11. 2017