Fûad Mehsûm temsîla Kurdan nake û piştigiriya siyaseta dewletê dike

Kurd24

 

Wek tê zanîn li Iraqê di sala 2005an de, di encama referandumê de destrûr hat pejirandin, destûra nû sîstema berê ya unîter û neteweyî ya Ereb û nijadperest û faşist û otorîter guhert û ji holê rakir; sîstema federal pejirand.

Li Gorî destûrê, dewlet, ji dewletbûna ereban derket, bû dewleta du neteweyan (Kurd û Ereban) û kêmneteweyan.

Di deweleta federal de, ji aliyê mafan û statuya siyasî ve, di navbera neteweyan de cudahî tine ye. Netewe wek hevûdu ne. Lewma jî maf û statuya Kurdan û Ereban wek hevdû bû di dewleta federal de.

Di dewleta federal ya Iraqê de, divê ku du herêmên federe ava bibûyana. Hezar mixabin Ereban herêma xwe ya federe ava nekirin. Ereb di nav demê de wek neteweya navend tevgeriyan û demokratîze nebûn.

Li Iraqê Perleman, ya Kurd, Ereb û hemû kêmneteweyan e.

Hikûmet hevbeş  e, divê bibe ya Kurd û Ereban û kêmneteweyan.

Dîsa li gorî destûrê serokwezîr Ereb be, Kurd divê bibin serokkomar. Heya îro jî li Iraqê vê çandê û adetê dom kir.

Di despêkê de, heya mirina Celal Telabanî û piştre jî Fûad Mehsûm bû serokkomar.

Serokkomar bi giştî hemû miletan û kêmneteweyan temsîl dike. Lê bi taybetî jî ji bona Kurd û ji nav Kurdan tê hilbijartin, temsîlkarê Kurdan û Kurdistaniyan e.

Hezar mixabin Fûad Mehsûm Kurdan temsîl nake. Xizmeta siyaseta fermî ya Hikûmeta nijadperest dike.

Fûad Mehsûm bi daxuyaniya xwe ya dawî rasterê li dijî mafê çarenivîsiya Kurdan derket. Diyar kir ku Kurdan temsîl nake.

Fûad Mehsûm li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê derdikeve. Ji bona vê serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê tewanbar dike.

Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm di Bas News wisa dibêje:

“Biryara referanduma Kurdistanê ne di cih de bû!

 BasNews - Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm diyar kir ku biryara referandûmê ya Herêma Kurdistanê ne di cih de bû û berpirsatiya wê biryarê di stiwê Hewlêr û Bexdayê de ye.

 Serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm di axaftina xwe de li gel kanaleke Iraqê, diyar kir ku biryara referanduma li Herêma Kurdistanê ne di cih de bû û got: "Referandûma Kurdistanê ji bo ragihandina serxwebûnê ya Kurdistanê ne şêwazek di cih bû. Ji ber ku serxwebûn bi daxwaza kesekî nabe. Ev pirsgirêkeke bi rêveberiya navendê û welatên herêmê re têkildar e."

 Mehsûm biryara referandûmê wekî biryareke ne guncaw bi nav kir û got: "Berpirsatiya wê biryarê di stiwê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê de ye, ji ber ku ew di salên borî de ji bo çarekirina nakokiyên siyasî negihiştin lihevkirinekê."

 Fûad Mehsûm herwisa herdu aliyên Hewlêr û Bexdayê tewanbar kir ku ew ji bo çarekirina pirsgirêkan bi awayekî cidî beşdarî gotûbêjan nebûne.”

 FÛAD MEHSÛM KÎ YE? ÇIMA BÛ SEROKKOMAR?

Fûad Mehsûm, yek ji damezrêner û endamên serokatiya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK)  ye. Di nav YNKê de jî endamê “Xeta Pehn” e û gelekî nêzîkî Celal Talebanî bû.

Lewra bû serokkomarê Iraqê. Wekî din ji bona ku bibe serokkomar ti taybetiyeke wî tine ye. Ew  bi piştgiriya PDKê û hemû partiyên Kurdistanê bû seokkomar.

Li gorî destûra Dewleta Federal divê ew bi taybetî Kurdan û Kurdistaniyan temsîl bike û berjewendiya Kurdistanê û Kurdan biparêze. Hezar mixabin Fûad Mehsûm bi helwesta xwe ji vê yekê dûr e.

Demekê berê jî serdana Kerkûkê kir. Kerkûk bajarê Kurdistanê ye. Hezar mixabin ew li Kerkûkê bi Erebî axivî.

Wê demê jî min nivîsand ku ew helwesta serokkomarê Iraqê diyar dike ku ew Kurdan û Kurdistaniyan temsîl nake.

 HELWESTA FÛAD MEHSÛM LI DIJÎ SÎSTEMA FEDERAL E…

Iraq dewleteke federal e. Federalbûna Iraqê encama referandûmê, bi îrade û dengên Kurd, Ereb û kêmneteweyan hat pejirandin.

Di dewleteke federal de, dema ku miletek bixwaze ku dewleta xwe ya serbixwe ava bike, ew xwediyê maf e. Kurd û Kurdisyaniyan jî di 25ê Êlûna 2017an de, encama referandûmê biryar da, an jî qanûn çêkir ku dewleta xwe ava bikin.

Mijara din ya giring jî ew e ku her miletek xwediyê mafê çarenivîsiya xwe ye. Qedera xwe bi îradeya xwe tesbît dike. Dewleta xwe ava dike. Li welatê xwe desthilatdar û serwer dibe.

Miletê Kurd û Kurdistaniyan jî, wek her miletekî ev mafê xwe bikar anîne û îradeya xwe ji bona dewleta Kurdistanê diyar kirine.

Serokkomarê Iraqê dema ku li dij referandûma serxwebûna Kurdistanê derdikevê, li dijî mafê çarenivîsiya milketê Kurd û Kurdistaniyan derdikeve.

Ev yek ne ji mafên wî ye.

Ev helwesta wî binpêkirina destûra dewleta federal e.

 HELWESTA FÛAD MEHSÛM DIJÎ KURDBÛNÊ YE…

Piştî Peymana Lozanê yanî sed sal e ku dewletên kolonyalîst ji bona tinekirina neteweya Kurd û Kurdistanê kar dikin. Ev ji bona neteweya Kurd û Kurdistanê metirsiyeke mezin e.

Ew metirsî di vê qonaxê de jî dom dike.

Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê û dagîrkirina Kerkûkê û gellek bajerokên din, siyaseta tinekirina Kurdan e. Loma jî, Ji bona ku Kurd li Kerkukê nemînin jenosîdek didome.

Helwesta serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm ya ku li dijî referandûmê; erêkirina tinekirina Kurdan û dagîrkirina Kerkûkê ye.

 HELWESTA FÛAD MEHSÛM DIJÎ DEMOKRASIYÊ Û HIQÛQA FEDERAL Û MAFÊN MIROVÎ Û MILETAN E…

Ji bona sîstema federal pêk bê û sîstema federal bijî, demokratî pêwîst e. Li Iraqê ji ber ku Ereb ji demokratiyê dûr in, sîstema federal di nav kirîzekê de ye. Ereb jî loma dixwazin ku sîstema federal ji holê rakin.

Ji aliyê din ve demokratî, desthilatdariya gel e. Gel di demokratiyê de bi îradeya xwe û bi dengdana xwe li ser jiyana xwe biryar dide. Desthilatdarî û serweriya xwe tesbît dike û dimeşîne.

Referandum, dezgeha demokratiyê ya pêştir e. Temsîla demokratiya rasterast dike.

Loma jî Kurdan bi referandûmê xwestin ku qedera xwe jinûve tesbît bikin. Di encama referandûmê de jî biryar hat dayin ku dewleta serbixwe ava bikin.

Li dijîderketina referandûmê, li dijîderketina demokratiyê, hiqûqa federal û mafên mirovî û miletan e.

Lewma serokkomarê Iraqê bi helwesta xwe ya li dijî referandûmê diyar dike ku ew di heman dem de li dijî demokratiya federal, hiqûqa federal, mafên mirovî û mafên miletan e. Dijî mafên miletê Kurd e.

 FÛAD MEHSÛM PIŞTGIRÊ SIYASETA NIJADPEREST YA DEWLETA IRAQÊ….

Gellek eşkere ye ku Dewleta Iraqê û hevalbendên wê Dewleta Tirk û Îranê li dijî dewletbûna Kurdan e. Loma jî li dijî referanbdûma serxwebûna Kurdistanê bûn. Piştî ku Kurdistaniyan biryar dan ku dewleta Kurdistanê û dewleta xwe ava bikin; bi hev re êrîşî Kurdistanê kirin. Kerkûk û gellek bajarokên din dagîr kirin.

Helwesta serokkomarê Iraqê Fûad Mehsûm, rewatiyê dide biryara dewletên kolonyalîst û dagîrkirina Kerkûkê.

Ji vê yekê xirabtir tiştek nabe.

Divê ku Fûad Mehsûm wek Kurdekî û berpirsekî Kurdan û Kurdistaniyan lêvegerekê ji helwesta xwe re bike.

 HELWESTA FÛAD JI GIRÛPA XIYANET RE JÎ PİŞTGİRÎ YE…

Girûpa Xiyanetê ya di nav YNKê de jî ji bona ku hevalbendên dewleta Iraq û Îranê bûn, li dijî referandûma serxwebûna Kurdistanbê bûn; li dijî dewleta Kurdistanê bûn, ji dewletên kolonyalîst re alîkarî kirin ku Kerkûk bi hêsanî bê dagîrkirin.

Helwesta Fûad Mehsûm ya dijî referandûma serxwebûna Kurdistanê, ji Girûpa Xiyanetê re jî piştgirî ye.

 LEWMA DIVÊ FÛAD MEHSÛM DEV JI POSTA XWE BERDE…

Kesekî xwediyê vê helwestê nikare ji dewleteke federal re serokkomarî bike. nikare Kurdan jî temsîl bike.

Lewma divê jî Fûad Mehsûm dev ji posta xwe bedre û li mala xwe rûnê.

Amed, 14. 03. 2018