Referenduma Başûr û Rojavayê Kurdistanê

Kurd24

Qado Şêrîn

 

Hêviya gelê Kurd bi dewletbûnê Başûrê Kurdistanê ye, aniha baştirîn derfeta dîrokî di xweşiktirîn guldankê de li ser maseya partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hatiye danîn. Eger hat û bû dewlet hêviya perçeyên din jî mezin, geş û bihêz dibe.

Eger PDK û YNK li hev bin, pirsgirêk û nakokiyên Kurdan çareser dibin û serxwebûn nêzîk dibe.

PDK û YNKê biryar dane, pêngavên pêwîst ji bo pêkanîna komîteyeke taybet ji hemû aliyan ji bo birêvebirina proseya referandumê û amadekirina zemîneyê bavêjin. Herwiha PDKê û YNKê bang li tevahiya gelê Kurdistanê kirin, ku “di vê proseya girîng, netewî û niştimanî de hevkar û piştgir bin”.

Herwiha hatiye gotin ku, sê komîte ji bo serdana Bexdayê, partî û aliyên siyasî û axaftina bi konsul û nûnerên welatên biyanî yên li Kurdistanê û dewletên cîran re bêne damezirandin. Dêmek gavên cidî têne avêtin, geşbînî û giyanê gelê Kurd jî nû ve têne vejandin.

Ebadî  ragihand: “Nabe ku referandum li Kerkûkê ji bo tevlîbûna bi Herêma Kurdistanê re bihê encamdan, di demekê de ku beşek ji parêzgeha Kerkûkê ji aliyê DAIŞê ve hatiye dagîrkirin û xelk li wê parêzgehê aware ne”. Her wiha got: serxwebûn mafê we ye, lê ne wexta wê ye. Wate, Bexdad êdî ne li dijî serxwebûnê ye.

Fazil Mîranî: Em ji bo referandomê destûrê ji ti kesî wernagirin.

Emerîka ji Hewlêrê re; hûn û Bexda li hev bikin..

ji her sê helwestan tê famkirin ku Emerîka ne li dijî referendumê ye, her wiha Ebadî jî ne li dij e, lê ji ber Turkiye û Îran û nijadperestên derûdora xwe dibêje; nabe Kerkûk tev li Kurdistanê bibe, helwesta sisiyan Kurd destûrê ji bo referendumê ji kesî wernagirin, ango kesek li dij tune û mafekî me yê rewa ye.

Ji bo referendum bi ser keve du egerên sereke pêwist in, piştgirî û raya navdewletî, ya din jî navxweyî ye, pirsgirêkên navxweyî çareser bibin û ka dewleta nû dê karibe xwe birêve bibe yan na, wê metirsiya wê li ser cîran û herêmê hebe yan na. Vêga ji bo ku encama referendumê cîbicî bibe, pêwist e berî referendumê raya giştî ya cîhanî bê agahdar û amade kirin, nemaze welatên cîran û bi taybetî welatên dagîrkerên Kurdistanê, û peydakirina çareyan ji nakokiyên navxweyî re. Xala balkêş ew e ku partiyên siyasî piştgiriya xwe boyî referendumê diyar kirine, ew jî geşbîniyê li ba mirov peyda dike.

Her wiha ji bo ku referendum rewa û bi giştî li cihê baweriyê be, pêwist e dewletên din, rêxistinên cîhanî yên sivîl, yekîtya Europa, medyaya cîhanî û NY beşdarî û çavdêriya referendumê bikin.

Eger referendum ji bo medyayê û naskirina raya giştî ji serxwebûna Kurdistanê be, referendum bi giştî ne pêwist e. Serok Barzanî gelek caran aniye ziman ku dewletekê bi tenê jî negotiye em li dijî serxwebûna Kurdistanê ne, Turkiye û Îran jî fermî helwestek wiha nedane, dêmek wexta ragihandina dewleta Kurdistanê hatiye, daku Kurd, êdî bi keramet bijîn.

Bi texmîna min, wê gelê Kurdistanê bibêje belê ji bo serxwebûnê, dimîne yek asteng li pêşiya serxwebûnê, ew pirsgirêk û nakokiyên navxweyî ne, neku dewletên cîran in, dewleta ne bi serxwebûnê re be, wê nakokiyên navxweyî bike bihane daku li dijî serxwebûnê raweste. jixwe ku partiyên siyasî di pirsa serxwebûnê de nêzî hev nebin, dêmek egera mana gelê Kurd bindest, kole û bê dewlet partî ne.

Em bên ser Rojavayê Kurdistanê. Eger rêkeftinên Hewlêr-01, Hewlêr-02, Desteya Bilind yan jî rêkeftina Duhokê di navbera ENKS û Tev-Demê de cîbicî bibûna, aniha wê li R.K jî dezgehên mîna yên li başûrê Kurdistanê hebûna, wê Kurd ji bo tiştekî wek referendumê amade bana, lê mixabin edyolojiya Umeta Demuqrat her tişt tune û winda kir, ew qonaxa dîrokî bi avê de berda, êdî yek çare li pêşiya gelê Kurd li R.K maye, bi piştgiriya başûrê Kurdistanê Rojava û Başûr bi ser hev vebin û referendum bê saz kirin.

li dawî, eger referendum ji bo serxwebûna Kurdistanê be, pêwist e serxwebûna Kurdistanê bê ragihandin û li paş nekeve, eger hat û wilo nebû, wê nakokî û pirsgirêkên navxweyî aloz, dijwar û bêtir bibin, wê baweriya gelê Kurdistanê jî bi rêvebirên referendum û serxwebûna Kurdistanê nemîne, perçeyên din jî wê geşbînî û hêviya bi dewletbûnê winda bikin û ta ebed xemsar bijîn.

Hollenda, 21/04/2017