Kî Erdoxançîye, PDK yan PKK?

Kurd24

Bêguman ev e benîştê devê PKK ê ye. Hema her ku derfet bo wan çêdibe, ew û qozmetîkên xwe yekser Hukimeta Herêmê yan jî PDK û Serok Mesûd Barzanî bi tometa "Erdoxan û Turkçîtî yê" tawanbar dikin. Bo babetekî ewqasî ron û aşkera pêwîst nîn e mirov gelekî biçe di nava rûpelên dîrokê de û lêkolîn û şîroveyên kûr û giran bike. Hema ji sala 1999 a û vir de dema ku A.Ocalan hatî desteserkirin û vir de, mirov çend rûdan û helwestan li bin hevûdu rêz bike, dê aşkera bibe ka kî Erdoxançî û Turkçî ye.

-Li bîra me hemîyaye dema A.Ocalan li Kenya hate desteserkirin, behsa nasnama babê xwe nekir(!), hema yekser got "ez xwarzayê Turkame". - Ne Erdoxan û ne jî Turka înkara vê yekê nekirin.

 -Mesût Barzanî,ji heft babê xwe ve Kurd e û xwarzayê Kurda ye û şanazîyê bi Kurdbûna xwe dike.

-A.Ocalan û hemî berpirsên PKK ê û şaxên wê dibêjin "modela parastina netewa derbas bûye û em enternasyonalin û bo hemî gelên cîhanê xizmet dikin". -Erdoxan jî her wekî wan dibêje "neteweperestî,nîjadperestîye û em vê yekê qet qebûl nakin".

 -Mesûd Barzanî û PDK jî bi tenê dibêjin "em Kurdin û bo Kurdistanê xizmet dikin".

 -A.Ocalan û PKK dibêjin "em dijî dewleteka Kurdî ya netewî ne û em nahêlin dewleteka Kurdî ava bibe". -Erdoxan û Turk jî her wekî wan dibêjin "ewên dewleteka Kurdî dixwazin,ew terrorist in û em nahêlin li ti devereka cîhanê dewleteka Kurdî bête damezrandin".

-Mesûd Barzanî û PDK çi dibêjin? Ew dibêjin "Serxwebûn û dewletbûn wekî hemî neteweyên cîhanê, mafê neteweya Kurd e jî " û bo evê armancê Referandûm çêkirin.

- Piştî Referandûma Dewletbûnê, Erdoxan û Dewleta Turkî digel herdu dewletên dakîrkerên (îran û Iraq) ê de Pîlana cehenemî ya jinav birina destkeftî û armanca referandûmê dariştin û bi alîkarîya xîyanetkarîya baskê Yekîtî ku Bavil Talebanî serkêşîya wê dikir, ta radeyekê biserketin û Kerkûka dilê Kurdistanê dubare dagîr kirin. - PKK,Li vêderê jî, bû amrazekî evê pîlana Erdoxan û dewletên dagîrker û bû piştevan û şirîkê Baskê Xîyanetkarê Yekîtî û Bavil Talebanî.

- Pêşmergên Qahremanên Partî û Barzanî jî bi encamdana du şerrên efsaneyî dujmin li Pirdê û Sihêla têkşikandin û xewn û xeyalên dagîrker û xîyanetkaran pûç kirin. Piştî evan çend ronkirinan,înca dê vegerin pirsîyara xwe ;

Gelo PDK û Mesûd Barzanî Erdoxançî û Turkçî ne, Yan PKK û Abdella Ocalan û Tîma wî Erdoxançî û Turkçî ne ?

17.02.2019