Navê Amed Sporê bûye mijara gengeşiyê

Serokê Amed Sporê Nûrûllah Edemen diyar kir ku piştî Cûmalî Atîla wekî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê hatiye tayînkirin, wan serdana wî kiriye û jê daxwaza alîkariyê ji bo Amed Sporê kiriye.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarekir

Amed Spor di sala 2015’an de bi serkeftinên xwe yên baş hat rojevê û piştre jî bi taybetî di hevrikiyên ku li bajarên Rojavaye Tirkiyeyê dihatin kirin de bi êrişan re rûbirû mabûn. Serokê Amed Sporê Nûrûllah Edemen diyar kir ku piştî Cûmalî Atîla wekî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê hatiye tayînkirin, wan serdana wî kiriye û jê daxwaza alîkariyê ji bo Amed Sporê kiriye. Edemen anî zimên ku niha ew wekî sazî di qeyraneke aboriyê de ne û divê hemû rêvebir û dilsozên vî bajarî, alîkariya Kuluba Amed Sporê bikin.

Li Diyarbekirê, navê ‘Amed’ Sporê bûye mijara gengeşiyê. Rêvebirên Kuluba Werzîşa Amed Sporê, daxuyandin ku dema wan de serdana şaredariyê de ji bo tîma xwe alîkariyê xwestiye, ji wan hatiye xwestin ku ew navê  Amed Sporê biguherînin. Serokê Şaredariya Diyarbekirê Cûmalî Atîla ku di 1’ê Çiriya Paşîn de wekî Qeyûm dest bi kar kiribû jî ragihandiye ku wî daxwaza guhertina navê ‘Amed’ê nekiriye; tenê xwestiye ku di rêvebiriyê de cih bidin şaredariyê. Serokê Şaredariya Diyarbekirê, ji bo ku ew ê alîkariyê bide yan nede jî tiştek negotiye. 

Nurulah Edemen jî ji Kurdistan24 re da zanîn ku Serokê Şaredariyê ji bo berdewamiya piştgiriyê, daxwaza ku navê “Amed Spor”ê biguherînin û ji şaredariyê jî 7 kes di rêvebiriyê de cih bigirin, kiriye. Edemen balê kişand ku navê Amed Sporê ji aliye Diyarbekiriyan ve tê hezkirin û navekî bi dîroka bajêr ve girêdayî ye. Edemen anî zimên ku dîsa daxwaza xwe ya alîkariyê ji bo hemû sazî û rêvebirên bajêr dubare dike.

Serokê Amed Sportif Faaliyetan Nurulah Edemen ji K24ê re wiha axivî: “Serokê Şaredariyê Cumalî Atîla daxwaza guhertina navê ‘Amed’ê kir, ez tiştekî nebûyî nabêjim û buxtan li kesî nakim. Heta min jî di bersivê de got ku berê jixwe navê tîmê ‘Diyarbakir Buyukşehîr Belediye Spor’ bû, lê bala kesî nedikşand û niha bi vî navî girseyeke mezin alîgirên tîmê hene. Loma jî vê tîma ku bajêr dide nasîn divê ji aliye şaredarî di serî de hemû rayedar û saziyan ve bê pişgirîkirin.”

Grubên alîgir û piştgirên Amed Sporê jî daxuyandine ku ew naxwazin navê tîma wan bê guhertin û daxwazên Şaredariyê jî wekî daxwazên danîna qeyûm li ser Amed Sporê jî pênase kirin.

Serokê Federasyona Kulubên Sporê yên Amator ê Diyarbekirê Remzî Dayan jî ragihand ku tîmên werzişê, bi serkeftinên xwe hemû kesî pesindar dikin û divê ji aliye hemû rêvebiran ve piştgiriya wan bê kirin. Dayan diyar kir ku divê derfetên bajêran ji bo xebatên bi vî rengî bên xerckirin da ku encamên baş peyda bibin.

Dayan dibêje: “Amed Spor nirxekî hemû rêvebir û brokrasiya vî bajarî ye û divê hemû alî li dora nirxên wiha lihevkîrî hevkarî û piştgiriyê bidin. Ji serdemên 1990’î heta niha, şaredariyan piştgiriya van saziyên werzişê kiriye û wisa li ser piyan mane. Divê niha jî heman hevkarî û alîkarî bidome.”

Damezrandina Tîma Amed Sporê, heta 1972’yan jî diçe, lê gelek caran nav û reng guhertiye. Herî dawî piştî Diyarbekir dibe bajarê mezin, navê wê Diyarbakir Buyukşehir Belediye Spor bû û di 2015’an de wekî Amed Sportîf Fealîyet hat guhertin.