Serkeftina girîng a Dalkurd hemberî Trelleborg 3:0
K24 – Navenda Nûçeyan
Tîma futbolê ya Kurdên Swêdê Dalkurd, di lîga yekem de a Swêdê – Superettan de, li mala xwe serkeftinek girîng bidest xist û 3:0 hemberî Trelleborg biser ket.
Heman demê rikberên Dalkurdê di lîga yekem de BP wendakir û Helsinborg jî di mala xwe de wekhev ma. Bi van encaman Dalkurd 2 xalan piştî BP, bi 14 xalan di rêza duyem de ye.
Golên Dalkurdê îro hemberê Trelleborg weha hatin.
Yarsuvat deq 28. 1:0
Lawan deq 77. 2:0
Pllana deq 90+3. 3:0