Dalkurd di rêza yekem de ye

K24 - Navenda Nûçeyan

Tîma fûtbolê ya Kurdên Swêdê Dalkurd, di liga 1em a Swêdê de di serkeftinên xwe de berdewam e. Piştî serkeftina bi 3:0 hemberê tîma Gefle, niha di liga 1em de, gihişt rêza yekemîn.

Di dawîtirln lîstika xwe de, duhî li mala xwe li Borlange a Swêdê, Dalkurd serkeftinek nû bidest xist, bi golên Ahmed Awad, Rawez Lawan û Heradi Rashidi 3:0 maç bidawî anî.

Ger Dalkurd liga 1em bi serkeftinê biqedîne, dê derbasî Super Lig a Swêdê bibe.