Zavayê Kurdan hilbijardeya Siwêdê rizgar kir
K24 - Navenda Nûçeyan
Hilbijardeya Siwêdê, di sala 1994an, ji bo cara yekem gihişte qunaxa heştan ya Mondyalê û îro jî, bi golekî tek bê beramber zora Siwêsra bir.
Golê Siwêdê ji aliyê lîstikvan Emil Forsgberg ve hat tomarkirin û bi wê yekê hilbijardeya Siwêd biser ket û gihişte qunaxî heştn.
Emil Forsgberg, di sala 1993yan de jidayik bûye û di sala 2016an de, hevserî li gel keçeke Kurd bi navê (Şenge Hisên) kir.
Şenge jî wek hevjînê xwe, lîstikvana yaneya Leipzig a Almanî ye û bi riya fotbolê hev naskirin û di sala 2016an de jiyana hevseriyê kirin.
N.O