Li Silopiyê di bin pêla germahiyê 40 de komkirina kartolan
Li Bakurê Kurdistanê digel hewaya zêde, germ dîsa jî hin kes di bin vê germahiyê de dixebitin. Li Şirnaxê hilberînerên kartolan û karkerên wahdetiyê di bin hewaya zêde germ de karê xwe dikin û bi gelek kêşeyan re rûbirû dimînin.

K24 – Şirnax
Li Bakurê Kurdistanê digel hewaya zêde, germ dîsa jî hin kes di bin vê germahiyê de dixebitin. Li Şirnaxê hilberînerên kartolan û karkerên wahdetiyê di bin hewaya zêde germ de karê xwe dikin û bi gelek kêşeyan re rûbirû dimînin.
Ji ber qedexeya derketina kolanan û şer û pevçûnan li navçeya Silopiya Şirnaxê bêkarî gelek zêde bibû û gelek esnafan ji ber vê kêşeyê dikanên xwe girtibûn. Digel van nexweşiyan gelek welatiyên Silopiyê di nava zeviyên xwe de çandina kartolan kirin û bi vê yekê ji bo gelek ciwanan bûne deriyê dabara jiyanê.
Welatiyê bi navê Selman Seyişoglu ji nav zeviyê xwe li dora 30 – 40 ton kartolan kom dike. Seyîşoglu van kartolan di serî de ji bo bajarên wek Edene, Mêrsîn, Tokat, Yozgat û Stanbolê dişîne. Lê belê kartolên ku diçin wan bajaran beyî ku sedemek bê nîşandan bişûnde tên vegerandin yan jî nayên kirîn. Ji ber vê yekê jî ew kartol di destê welatiyê Şirnexî dimînin û di embaran de dirizin.
Xebatkarên ku di bin 40 pêlek germahiyê de dixebitin serê sibehê zû radibin û diçin nava zeviya kartolan. Xebatkar amaje bi wê yekê dikin ku li bajarên rojavayê Tirkiyê nikarin bixebitin ji ber ku rastî êrîşên nîjadperestî tên, ji lewma jî tên bajarên li bakurê Kurdistanê û di bin şertên zor û zehmet de dixebitin.
Hilberînerên kartolan amaje dikin ku ger rayedarên dewletê rêya çareseriyê ji bo wan peyda nekin dê hemû mehsûlê wan birize. Herwiha xebatkar jî rave dikin ku êdî ji bo wan cihê herî ewle bajarên Kurdistanê ne û naxwazin berê xwe bidin bajarên Tirkiyê.